Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de rastgir bihêztir bûn
Di hilbijartinên 6-9ê Hezîranê de li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, ku ji 720 endaman pêk tê, rastgirên tund destkeftiyên girîng bi dest xistin.
Li gor encamên yekem ên fermî, di Parlamentoya Ewropa ya 720 endamî de, Partiya Gel a Ewropayê (EPP) 189, Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) 135, Ewropaya Nû 80, Yekîtiya Ewropayê Partiya Muhafezakar û Reformîstan (ECR) 72, Partiya Nasname û Demokrasî (ID)bi 58, Kesk (Kesk/EFA) bi 52 û Çep (GUE/NGL) bi 36 parlamenteran bên temsîlkirin. Li gor encamên yekem, hejmara endamên serbixwe yên ku ji bo parlamentoyê hatine hilbijartin 46 û endamên din ên ku nû hatine hilbijartin 52 kes in.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku di hilbijartinan de Partiya Gel a Ewropayê (EPP) bi ser ketiye. Seroka Partiya Gel a Ewropayê ji ber bahweriya dengdêrên Ewropayê spasiya wan kir. Von der Leyen got: “Îro ji bo Partiya Gel a Ewropayê rojek baş e. Em di hilbijartinên Ewropayê de bi ser ketin“.
Von der Leyen destnîşan kir ku rast e partiyên rastgir û çepgir bûne desthilatdar, lê partiyên navendê pozîsyona xwe ya sereke diparêzin û diyar kir ku di parlementoyê de pêkhatina piraniyek ku Yekîtiya Ewropayê tê de nebîne ne pêkan e.
Partiyên rastgir û tundrew li gelek welatên Ewropayê bi pêşû dikevin û dengên xwe zêde dikin. Çi li Belçîka û Fransayê be, çi li Almanya û welatên din be, pêşketina partîyên rastgir di seê xelkê wan welatan de pirs û gumanan çêdike.