Di hilbijartinan de PKK piştgiriya YNKê dike
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de daxwaz ji alîgirên xwe dike ku deng bidin namzetên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
Li gor zanyariyên BasNewsê, PKK’ê daxwaz ji alîgirên xwe kiriye li bajarê Kerekûkê deng bidin namzetê YNK’ê Dr. Necmedîn Kerîm. Di vê derbarê de Berdevkê PKK’ê Heval Demhat ji BasNews re got: “Tu daxwiyaniyeke me ku midin medyayê nîne.‘‘
Ji aliyê xwe ve Endamê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê Serdar Setar ji BasNewsê re wiha axifî: “Di rojên pêş de partiya me dê bicive, di civînê de bêguman dê gelek mijar bên axaftin û yek ji wan jî hilbijartin e. Herwiha dê encûmena partiyê wek partiyeke fermî helwêsta xwe ya divê derbarê de eşkere bike û biryarê bide ka deng bide çi aliyekî siyasî.’‘
Ji bo vê mebestê jî roja (09.04.2014) YNK’ê li Qendîlê bi hevkariya PKK’ê şahiyek lidar xist ku tê de serokê lîsteya YNK’ê Arêz Abdulla, û kurê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Qubad Talebanî amade bûn.
Arêz Abdulla di gotarekê de silavên Talebanî gihandin amadevanan û got: “Di hilbijartinên borî de wek YNK dengên me nie bi dilê me bûn û di wan hilbijartinan de YNK zerar dît, zerarmendbûna YNK wek şikestina gelê Kurd e li Başûr, lewma niha jî li ber çave ku piştî 6 mehan hê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn û sedema wê jî kêmkirina dengên YNK’ê ye.” Abdulla rexne li Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) girtin û wiha axifî: “Em wiha dibînin ku siyaseta PDK’ê li himber Rojavayê Kurdistanê neraste.”
Piştî şikestina di hilbijartinên borî de, YNK hemû hewlên xwe dixe tevgerê da bi nêzîkbûna xwe ya PKK’ê zerarê bighîne têkiliyên PDK’ê yên ligel Tirkiyê, PKK û Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bo vê mebestê jî di çend mehên borî de serkirdayetiya wê partiyê bi serokatriya Berpirsê Kargêrî yê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û endamên polîtburoya YNK, serdana Bakurê Kurdistanê kirin daku xwe nêzîkê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) bikin. Herwiha daxwaz kiribûn ku PKK ji alîgirên xwe bixwaze da dengên xwe biden namzetên YNK’ê.
Li gor agahiyên BasNewsê, BDP’ê daxwaz ji YNK’ê kiriye ku piştgiriya kantonên Rojavayê Kurdistanê bike û di vî warê de zextê li PDK’ê bikin.
Şaho Kerîm / Bas