Polîtîk

Di hilbijartinan de kî çi kir?

Hibijartin xilas bûn.Di pêvajoya hilbijartiinan de gelek nirxandin û şiroveyên cur bi cur gatin kirin. gelek texmînên cuda  çêbûn. Di encam de Ak Partî serkeftinek mezin destxist û ji % 50 deng danhev.

Bloka Ked û Azadiyê jî li gora berê hijmara parlementerên xwe zêde kir û 36 bi parlementeran ket parlementoyê. Ak Partiyê serkeftina xwe ya 3 yem pêkanî. CHP-ê dengên xwe zêde kir lê ji tişta ku dixwest dûr bû. MHP-ê jî dengên xwe kêm kirin lê cardin ji barajê derbas bû ket parlementoyê. Partiyên din yên kiçik tu deng destve neanîn bi awayekî heliyan.

Bloka ked û Azadiyê li 7 bajarên Kurdistanê dengên herî zêde anîn. Li  Muş, Colemerg, Batman, Wan,Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnex Blok bû yêkem. Ak Partî ji 81 bajarî di 61 bajarî de bû partiya yekem .CHP di 7 bajaran de bû partiya yekem.

Ak Partiyê tenê ji 3 bajaran parlementer dernexistin (Dersim, Hakarî û Ixdir) Li Ixdirê MHP bû partiya yekem.Dersimê CHP serkeft û du parlementer derxistin.

Serokê Ak Partiyê Erdogan 12-ê Hezîranê wek roja “Cejna demokrasiyê“ nav kir û ragihand.

 

Kî çikas deng anîn:

Ak Partî: 21.442 206

CHP : 11.134 616

MHP : 5. 580 580

Serbixwe : 2. 859 267 (Di nav berendamên serbixwe de hinek ku ne di nav Bloka Ked û azadiyê de jî hene)

Back to top button