Civak

Di heftiyekê de 50-60 geşte bo 25 welatan

Duhî roja çarçemiyê 12.10.2011ê, Talar Fayeq rêvebira firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî di preskonferensekê de behsa pêşkeftina firokexaneya Hewlêrê û zêdebûna jimara tûrîst û trafîka balefiran kir û got:

– Di nava salekê de, ji 01.09.2009 heta dawiya meha 8 sala 2010ê jimara geştên baelfiran bi rêjeya ji %39 zêde kir bû. Di wê demê de hijimara rêwîyan gihişte 399 hezar û 500 rêwîya.  Lê ji 01.09.2010 heta meha 8 îsal 2011ê rêjeya rêwîyan ji bo 550 hezar û 714 rêwîyan bilind bûye.  Bi vî awayî di nava heşt mehan de, li hember parsal, ji %62 zêde bûue.

Rêvbira firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî behsa xetên asmanî kir û got:

– Nuha li belefirgeha Hewlêrê 12 xetên  asmanî bi tabloya daîmî  hene. Herwesa 4 xetên şarter ku, geştên wan rojane û heftiyane ne hene.

Talar Fayeq got jî ku jimareya geştên balefiran di heftiyekê de digihîje 50-60 geştan bo 25 welatan û “Eger karê me bi vî awayê berdewam be, ji aliyê jimare û rêjeya geştan û rêwîyan, firokexaneya Hewlêrê dê bibe mezintirîn firokexane ki Rojhilata Navîn.

Back to top button