Di êrîşên herêma Daxistanê de 15 polîs û 4 sivîl mirin
Serokê Komara Xweser a Daxistanê Melîkov got: “Di nava miriyan de gelek sivîl jî hene, keşîşek jî di nav de ye”.
Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşên çekdarî yên ku doh li bajarên Makhaçkala û Derbendîxane yên herêma Daxistanê hatin kirin de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 15 jê polîs 4 jê sivîl in.
Di daxuyaniya komîteyê de, di derbarê êrîşên ku li bajarên Makhaçkala û Derbendê yên Komara Xweser a Daxistanê ya Rûsyayê li dijî qereqol, sînagog û 2 dêran pêk hatin de agahî hatin dayîn.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku lêpirsîna di derbarê dizîya çekan û kiryara terorîstî de berdewam dike û hat gotin ku li gor texminên ewil 15 polîs û 4 kesên sivîl, ku di nav wan da keşeyekî Ortodoks jî heye, jiyana xwe ji dest dane.
Melîkov: Şer hat mala me Serokê Komara Xweser a Daxistanê ya Rûsyayê Sergey Melîkov, di derbarê êrîşên ku li bajarên Makhaçkala û Derbendê hatin kirin de daxuyaniyek da û got: “Em dizanin kî li pişt vê ye û organîzatorên van êrîşan çi armanc dikin. Şer hat mala me”.
Melîkov diyar kir ku polîsên Daxistanê li dijî kesên ku êrîş organîze kirine li ber xwe didin û got: “Di vê êrîşa terorîstî ya nedîtî de zêdeyî 15 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Polîs bi çekên di destên xwe de aramî û asayiya Daxistanê diparêzin. Di nava miriyan de gelek kes hebûn. Sivîl jî û di nav de keşîş jî heye”.
Melîkov diyar kir ku li bajarên Makhaçkala û Derbendîxanê qonaxa aktîf a operasyona dijî terorê temam bûye û wiha got: “6 milîtanên ku êrîş organîze kiribûn hatin berterefkirin. Ji bo tesbîtkirina hemû hîle û şaneyên terorê yên ku hatibûn amadekirin wê xebat bên kirin. Ji aliyê hêzên derve ve rewş di bin kontrola saziyên dewletê de ye”.