Li gora nûçeya ajansa fermî ya Tirkiye AA li Qamişlo MITê li himber berpirsekî PKKê operasyonek kir û di encam de endamê rêveberiya PKKê Engin Karaaslan hatiye ji navbirin. Engin Karaaslan bi navê Heyder warto di nava PKKê de dihat naskirin. Karaslan di listeya sor de ji aliyê interpolêve jî lê dihat gerandin.
Li gora medya Tirkî Engîn Karaaslan di salên 1980an de tevli refên PKKê bûye, di salên 1990î de li Şamê li ba Abdullah Ocalan, maye, herwiha di salên 2000î de nûneratiya PKKê li Ermenistanê kiriye û Endamê Dîwana Dadê ya KCKê jî bûye