Di êrişa roketan de tiştek bi pêşmergeyan nehatiye

Berpirs û fermandeyê Pêşmerge li eniya bakûr û rojavayê Kerkûkê dibêje, êrişa mûşekî ya li djiî çeperên Pêşmerge ti ziyanên canî û malî nebûye û rewş aram bûye.

Berpirs û fermandeyê Pêşmerge li eniya bakûr û rojavayê Kerkûkê, Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re got, şeva borî li devera Pirdê ya Kerkûkê sê mûşek avêtin çeperên Pêşmerge lê ziyanên canî û malî nebûn.

Nûrî Heme Elî her wiha got, niha rewş aram e û tiştekî nû nîne.

Wî fermandeyê Pêşmerge nexwast behsa wê yekê bike ku mûşek ji kîjan alî ve hatine avêtin.

Nerîna min :