Cîhan
Di doza teqandina bombeyê li Stanbulê 17 kes hatin girtin
Di êrîşa bombeyî ya li Beyogluya Stenbolê ku di encamê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn, Ahlam Albeşîr jî di nav de 17 kes ji aliyê dadgehêve hatin girtin.
49 kesên ku piştî êrîşê hatibûn binçavkirin, duh piştî karên wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn birin Qesra Edaletê ya Stenbolê.
Piştî ku ji aliyê 29 dozgeran vge îfada wan hate girtin ew rêkirin dadgehê.17 kes bi biryara dadgehê hatin girtin. Ji bo 29 kesan biryara dersînorkirinê hat dayîn.
17 şikbar bi gumana “xerakirina yekîtî û yekîtiya dewletê”, “kuştina bi qestî”, “alîkariya bi qestî”, “bi zanebûn teşebusa kuştinê” hatin girtin.