Di dîrokê de îro

7ê Sermawez

Di sala 1918’an û di rojekî wek îroyê de

Kovara ‘’ JÎN ‘’ ji aliyê berpirsyariyê Hamzayê Muksiyê ve li Stenbolê destpê weşanê kir.

Kovara Jîn,  weşana fermî ya rêxistina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ye û di navbera salên 1918-1919’an de tête weşandin.

Heta hejmara 20an berpirsyarê  kovarê Hemzeyê Muksî ye, ji hejmara 21an heta hejmara dawîn(25.) jî berpirsyarê Memdûh Selîm Beg e.

Helbestvanê Kurd Mehmud Nejat ji Silêmaniyê nameyek ji kovara Jîn re şandiyê tê da wiha nivisandiye.

“Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê.
Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî.
Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.
Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune.
Eger ku me hevdu nedît, bila laşê min li çiyê bimîne.
Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laş min xîne.”

(Hejmara8, rûpel 11)

 

Hemzeyê Muksî ( 1892 Wan-Westan- 1958 Hesekê )

Hemzeyê Muksî di demên pêşî de yek ji şakirdên herî muhîm yê Seîdê Nûrsî ye ku li medresa Horhorê ya li Wanê ders jê girtiye û cara pêşîn tefsîra wî ya bi navê Îşaratul îcaz weşandiye.

Hemzeyê Muksî di dîroka kurdan ya siyasî û nêz de şexsiyetekî berbiçav û xwedî cihekî muhîm e. Ew di xebatên wekî avakirina Kurdistan Tealî Cemiyetî û di avakirina Xoybûnê de jî roleke aktîf dileyize.

Di dîroka weşangeriya kurdî de ciheke mustesna ji bo Hemze heye. Mem û Zîn li Tirkiyê cara pêşî ji hêla Hemzeyê Muksî ve hatiye weşandin.

Wekî din kovara Jînê ya navdar 20 jimarên pêşî di bin îdareya Hemzeyê Muksî de weşiyaye. Wekî ku tête zanîn ev kovar di salên 1918-1919an de 25 jimar weşiyaye.

Nêrînek

Nerîna min :