Amerîka: Divê kurd behsa serokomariyê nekin
Li gor çavkaniyeke bawerpêkirî, di van rojên çûyî de Amerîka zixteke mezin li serokatiya Kurdistanê kiriye ku des tji postê serokomariya Îraqê berdin daku Eyad Elawî wî postî werbigire û kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bi dawî bê.
Serok Obama di peywendiya telefonî de digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokomarê Îraqê Celal Talebanî daxaz ji her du serokan kir bû ku des ji postê serokomariyê ber din.
Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê jî di peywediya vê dawiyê ya digel serok Barzanî ew daxaz kir bû.
Lê li hemeber zixtên Amerîkayê di hemû hevdîtin û civînan de serokatiya Kurdistanî li ser wergirtina postê serokomariya Îraqê îsrar kiriye. Bi tyabetê pişrî peywendiyên serok Obama û Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê, serok Barzanî di daxuyaniyekê de got ku kandîdatê kurdan bo serokomariya Îraqê Celal Telabanî ye û weke bersiveke zelal bo zixtên Amerîkayê serok Barzanî di civîn bi şandeya balaya Amerîkayê re got ku ew post mafê kurdan e weke neteweya duyem li Îraqê.