CivakPolîtîk

Di derheqê serokê PAKê de doz hate vekirin

Di Derheqê Serokê PAKê Mustafa Özçelik û Rêvebirê PAKê Hanifi Turan de Doz Hate VekirinLi ser daxwaza Dozgerê Cumhûrîyetê yê Wanê di derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan de, ji Qanûna li Dijî Terorê ya bi hêjmara 3713yan tê binav kirin doz hate vekirin.Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê di roja 17.12.2017an de li Wanê di Konferansekê de axaftibûn. Ji ber van axaftinan wan Mustafa Özçelik, li Emnîyeta Stenbolê, Hanefî Tûran jî li Emnîyeta Dîyarbekirê îfade dabûn.Piştî van îfade dayinan, nuha jî di derbarê wan de doz hatiye vekirin.Daniştina yekemîn ya Mehkemeyê di roja 11.06.2018an de dê li Stenbolê dar bikeve.25.04.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button