Polîtîk

Demirtaş berendamê HDPê yê Serokkomariya Tirkiyeye

HDPê berendamê xwe ji bo serokkomariyê da kifşkirin. Civîna Meclisa HDPê de li ser berendametiya serokkomariya Tirkiye gotubêj hate kirin. Di encam de biryar hat dayîn ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bibe berendamê serokkomariya Tirkiye yê HDPê.Demirtaş hêja girtiye û li Edirne girtêgehê de ye.HDP di 30 Nîsanê de dest propagandeya Selahattin Demirtaş ji bo serokkomariyê dike.Ji aliyekî ve HDP li gel partiyên din yên Kurd behsa hevkariyekî û platformek hevbeş ya hilbijartina dike. Lê HDP tu pirsê nadê aliyên din û berendamê xwe bi biryara partiya xwe dide diyarkirin. Gelo dê ev yek heta çi radeyê bandorê avakirina platformek hevbeş ya Kurdistanê bike nayê zanîn.Lê dixweyê HDP manevrayek siyasî dike û pirsa hevkariya de ne cidîye û bi awayek tektîkî behsa hevkariya dike.

Back to top button