Di CHPê de tu guhertinek nebûye!

CHPê kongreya xwe ya 38mîn li darxist. Taybetî piştî hilbijartinên serokomariyê û parlementoya Tirkiye, rewşa CHPê û serokê vê partiyê Kemal Kiliçdaroglu bû babetek girîng yê gotubêjan. Di nava partiyê de bi serokatiya şeredarê Stanbulê Îmamoglu muxalefetekî destpêkir û ji berî kongreyê demekî parlementerê CHPê yê bajarê Manisayê û endamê serkirdeyatiya CHPê Ozgur Ozel bi pişgiriya Ekrem Îmamoglu kandidîdatiya xwe li himber Kemal Kiliçdaroglu diyarkir.
Di navbera herdu kandîdatan de tenê pirsa navxwe ya CHPê dihat gotubêj kirin. Muxalefetê bahsa guhertinê dikir, lê naveroka guhertina ku dixwestin, tu carî ji sinorên CHPê derbas nedikira. Dixweyê ji siyaseta CHPê zêdetir guhertina navxwe wek pêwistî didîtan. Herweha guhertina mezin li gora wan çûyîna Kiliçdaroglu bû. Niha gihatin armanca xwe. Lê gelo piştî çûyina Kiliçdaroglu dê çi guhertinê bikin, ev yek hêja nayê zanîn.
Ji bo Kurda dema behsa guhertinekî bê kirin, bivê nevê ew pirsgirêka xwe wek pîvan dibînin. Ya girîng jî ewe ku, ka ev desthilata nû ya CHPê ji bo Kurda çi difikire? Dixweyê di vê derbarê de, yanî ji bo pirsgirêka Kurd, tu guhertin di nava CHPê de nabin. Eger ji siyaseta xwe ya niha ji şûnvetir nekevin, pêşvetir jî naçin.
Li Tirkiye her partî, siyaset yan jî aliyê Kemalîzme ji xwe re dike rêbaz û ew xwe mîrasxwaên Ataturk bibînin, ne ji mimkinateya ku, ji bo Kurda tiştekî erênî bifikirin. Ji bo vê yekê guhertina di nava CHPê de ji aliyê pirsgirêka Kurd ve ti nirxê wê tuneye.
Serokê CHPê yê nû, ji berî kongreya mezin tevlî piraniyê kongreyên CHPê yên li bajarên Kurdistanê bû. Di hemû kongreyande axavtin kirin. Behsa pirsa Kurd jî dikira ,lê ji Kiliçdaroglu zêdetir tiştek nedigota. Lê wek Rojevakurd hinek agahdariyên me hene ku, ji derê Kongreyên CHPê yên Kurdistanê hinek hevdîtin serokê hinek partiyên Kurda re kirin. Di van hevdîtina de behsa pirsa Kurd dikira. Lê wek em hemû dizanin cardin digot ku , ev pirs di parlementoyê de û bi rêya demokrasiyê dê bê çareserkirin.
Ji ber ku, demokrasiya siyasetmedarên Tirk behsê dikin tenê di çerçoveya berjewendiyên xwe de dinirxînin, vêca zehmete ku baweriyek li gotinên wan werê.
Mimkine ev konreya CHPê û guhertinên wan di navxwe de kirî, bandora xwe li hilbijartinên herêmî yên şeredariyan bike. Lê têzanîn ku CHP ji nihave ji aliyekî xwe nêzikî IYI Partiyê dike û ji aliyek din ve xwe nêzikî HEDEPê dike. Yanî hewl dide ku hilbijartinan de li hinek bajaran li gel herdu aliyan hevkariyê bike.
Nêzikbûna di navbera Imamoglu û Meral Akşenerê de tê zanin û herweha herdu jî xwe wek destûbira didin nasandin. Ji aliyek din ve, li gora nirxandina hinek rojnemevanan dê parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tarikulu jî di navbera HEDEP û CHPê de ji bo nêzikbûnê rolekî bileyze. Bê guman ev gotinin, lê pêşerojê de dê çewe be mimkine behtir zelal bibe.
Pêwendiyên CHPê û IYI Partiyê dê zemînek eşkere de pêkwerin û herkesek bibîne ku herdu aliyan çewe li hevkirine û hevkarî li ser çi esasî kirine. Lê pêwendiyên HEDEP û CHPê tu cara vekirî nayên kirin. Heta niha her cureyên hevkarîya wan û CHPê nehînî maye. Ev yek ji CHPê behtir girêdayê siyaseta HEDEPê ye.
Yanî di encam de ji bo pirsa Kurd tu guhertin di nav CHPê de pêknehatiye.
Nêrîn/Şirove