Di 6 meha de 4 hezar û 400 malper sansur kirin
Li Tirkiyê her diçe sansura li ser înternetê zêde dibe. Derkete holê ku, di 6 mahên sala 2012 an de, li Tirkiyê hejmara malperên înternetê ên ku hatine sansurkirin, 4 hezar û 400 e.
Li gorî nûçeya ji rojnameya Cumhuriyetê Birkan Erol, heta niha zêdetirî 20 hezar malperên înternetê hatine astengkirin. Li Tirkiyê, zêdetirî 800 malper ji aliyê dozgeriyê, 973 malper, ji aliyê dadgehê ve û 17 hezar mlper jî, ji aliyê Wezareta Ragihandinê a Telekominîkasyonê ve hatiye astengkirin. Hezar û 260 malperên ku hatine astengkirin, bi wan re heta niha ti daxuyanî dîsa nekirine ka ji bo çi hatine astengkirin.
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, bi minasebeta “Roja têkoşîna bi sansurê re a 12ê Adara 2012 an de raporek weşand. Li gorî rêxistinê, Tirkiye, welatekî ku di vê mijarê de lazime di bin çavdêriyê de be. hat eşkere kirin ku, di sala 2012 an de, di 6 mehên darbasbûyî de, her ku çûye sansura li ser malperên înternetê zêde bûye. Di 6 meha de, qasî 4 hezar û 400 malperên înternetê hatine astengkirin.
Dîsa xeynî malperên înternetê, li Tirkiyê hesabên twitterê jî dest bi xistina kontrola xwe kirin.
Herî dawî, hesabê twitterê a koma “RedHack”ê, bi biryareke, hincet raber nekirin, hate girtin.
Tenê ne malperên înternetê û hesabên twîtterê, azadiya xwe îfadekirinê û azadiya çapemeniyê jî, ne gorî standardên an krîterên welatên rojava ne. Heta pirr dûra têgeha wan welata ne. Niha, di girtîgehên Tirkiyê de zêdetirî 100 rojnamevan hene.