Civak

Dezgehên sivîl însiyatîfê distînin

Ji bo sekinadina şer dezgehên sivîl dixwazin însiyatîfê bistînin. Li Diyarbekir gelek dezgehên sivîl hatin ba hev û di derbara  sekinandina şer de rêyên çareseriyê gorubêj dikin.

Dezgehên sivîl xwe amade dikin ku, li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, li gel serokwezîr Erdogan û serokê partiya opozisyonê Kemal Kilçdaroglu hevdîtinan bikin.

Herweha di çerçova hevdîtinan de li gel BDP – KCD jî hevdîtin bêne kirin.

Dawiyê  komiteya dezgehên sivîl dixwazin serdana Qendil bikin û li gel rêveberên KCK-ê pirsa sekinandina şer gotubêj bikin. i aliyek din Dezgehên Sivîl dixwazin serdana Kurdistana Başûr bikin û ji serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bixwazin rolê xwe ji bo sekinandina şer bileyzê.

Şah Îsmail Bedirxanoglu

Di vê derbarê de serokê GÜNSİAD Şah Îsmail Bedirxanoglu got:Em amadene ku rolê xwe bileyzin. Hêdî dezgehên sivil werin ba hev û daxuyaniya bidin tiştekî çareser nake divê ji vê gelektir kar bête kirin. Eger hewldan tunebin wê tundî û şidet berûpêşve herê. Divê dezgehên sivîl ji bo sekinandina şer li gel Barzanî hevdîtina bike. Pêwistbe herê Qendîl.

Diyadin Gezer

Herweha di vê derbarê de serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Diyadin Gezer jî got: Hêdî têrê nakê ku em tenê destê xwe bêxin di bin kevir de, pêwist be emê bedena xwe hemiyê bêxin di bin kevir de.

 

Nûçe: Rojevakurd

Back to top button