Dezgehê Xêrxaziya Barzanî li herêma erdhejê ye
Li Meraşê 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hatin. Erdhejê; Li Mêreş, Kilîs, Diyarbekir, Edene, Osmaniye, Entap, Urfa, Adiyaman, Meletî û Hatayê wêraniyên mezin çêêkir Li 10 parêzgehan bi giştî 12 hezar û 391 kes mirin. Hejmara birîndaran jî 62 hezar û 914, avahiyên hilweşiyane jî 6 hezar û 444 e.
Roja yekem ya erhejê de,desthilata herêma Kurdistanê ji bû qurbaniyan sersaxî xwestin û dan xûyakirin ku ew ji bo pişgiriyê bi hemû awayî amadene.
Hukumeta herêma Kurdistanê di cih de Timên xwe yên ji bo xilaskirina kesên mayîn bin kavilan de rêkirin. Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî di cih de bi hemû imkanên xwe bi hewara birayên xwe yên bakurê Kurdistanê çûn û bi dehan ambulans,pizijk û gelek wesayetên barhilgir tejî xwarin û pêdivîyên rojane gihan herêma erdhejê. Bi sedan xelkê bakurê Kurdistanê wek xwebexş serî li Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî dan û niha arikariyê digihînin qurbaniyên erdhejê.
Herweha hat zanin ku Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî niha jî ji bo arikariyê bighîne Efrîn ê Cenderesê di rê de ye.