Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya Rojava de berdewame
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya çalakiyên xwe yên ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li nav wargehan, 440 amûrên agirkuj li wargeha Erbet û Tebax û 100 muberîde li gel 240 panke li wargeha Behirke dabeş kir.
Li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe yên berdewam de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehên koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, rojane bi awayeke rêkûpêk hevkarî û dabeşkirina pêdiviyên wan de berdewame. Yek ji wan ku wargeha Erbete Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya xêrxwaz û îdareya navçeyê 446 tebaxê neft û amûrên agirkuj dabeşkir. Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li wargeha Erbet û dabînkirina pêdiviyên dinê wargehê de ragihand: Ji bo zêdetir xizmetkirina birayên me yên li wargehê li paşarojê de qutabxaneyekî 12 polî bi awayeke kerevane ji bo zarokan dirusdikin daku ji pêvajoya xwendinê veneqetin. Her wiha vekirina navendan li wargehên din de jî berdewam dibîn, heman demî de navenda civakiya Cigerxwîn bi mebesta baştirkirin rewşa civakî ya wan malbatan hatiye vekirin.
Ji alyeke din ve li her dû wargehên Behirke û Quştepe, bi heman awayî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya nivîsîngehên xwe ve rojane xwarin û pêdiviyan li ser malbatan de têne dabeş kirin. Her wiha îro li wargeha Behirke û Quştepe 100 muberîde û 240 panke û doşek û betanî û mencel û lihêf û pêdiviyên metbexê hatin dabeş kirin.