Polîtîk

Dewletekî nû li navbera Suriye û Iraq dirust dibe

Bernard Koshner Wezîrê berê yê Derveyê Fransa eşkere kir ku dewletekî nû li navbera sînorên Iraq û Suriye dirust dibe. Bernard Koshner Wezîrê berê yê Derveyê Fransa li hevpeyvîneke li gel malpera Hafington Post di derbarê paşaroja navçeyê û Da’îşê de got: Li paşarojê de dewletekî nû li navbera navçeyên Suriye û Iraqê dirust dibe, ji ber ku heta niha ew sînor ewin ku ji aliyê kolonyalîzma kevin ve hatine sepandin ku mebesta sînoran Sayks Pîko bû.Li gor Koshner niha ev babet maye li destê xelkê wan navçeyan ku şerê Da’îşê dikin bi taybetî jî Kurd. Koshner got: Ez li serkeftina Kurdan ya li dijî Da’îş bawerim û em û bi taybetî Amerîka jî divê yarmetiya Kurdan bidîn bo ku şerê Da’îşê bikin. Me heta niha jî yarmetiyeke zêde bi Kurdan daye û berdewam jî dibîn. Her wiha Koshner behsa serdana xwe ya Kobanê dike ku çawa şervanên Kurd bi jin û zilaman ve û bi îmkaniyatekî kêm ya serbazî ve şerê Da’îşê dikirin. Ji bo wê yekê ez li wê baweriyêda me ku Beşar Esed hîç paşarojeke xwe tûneye û divê kesekî din cihê wî bigre.  

Back to top button