Nivîsar

Dewleteke nû û makezagoneke nû…

Dewlet avakirin, mafê miletê kurd e. Armanca me jî ew e. Emê xwe girêdayî vê armancê bibînin. Lê beriya ku Dewletra Kurdistanê ava bibe, qonaxeke dewleteke federal ya kurdan û tirkan jî dikare bibe. Wek li Iraqê lê hat. Heger ji aliyê Tirkan de jî makezagoneke nû tê pêşniyar kirin. Ew ji bona dewleta federal, ji me re derfet diqewimîne. Loma jî divê em kurd di derbarê makezagona nû de xwediyê pêşniyar û projeyan bin.

Îbrahîm GUÇLU

Demeke hikûmet li ser reforma hiqûqê, aboriyê, demokrasiyê pêvajoyek dest pê kiriye. Lê kurd bi xurtî beşdarî vê minaqeşeyê nebûn. Ji bona vê hîç şik tune ye ku gelek sedemên heq hene. Lê çi dibe bila bibe, divê em kurd hemû derfetan bi kar bînin û bîrûreyên xwe bînin ser zimên.

Di van rojên dawî de hikûmetê û bi taybetî jî Serokkomar R.T. Erdogan mijara “makezagoneke nû” anî rojevê. Diyar kir ku “ji bona Tirkiyeyê dema makezagoneke nû hatiye. Divê em makezagona nû minaqeşe bikin. Divê herkesek jî beşdarî vê minaqeşeyê û xebatê bibe.”

Ev cara yekemîn nîne ku “makezagona nû” tê rojevê. Salên bihurî jî  makezagoneke nû hat rojevê. Gelek reşnivîs amade bûn. Minaqeşe li ser wan reşnivîsanan pêk hatin û lêkolîn çêbûn. Di makezagona heyî de encama referandûman guhertin çêbûn. Lê makezagoneke nû nehat çêkirin.

Min sedemên vê yekê jî di gelek nivîsên xwe de anîn ser zimên.

Ezê di ev nivîsa xwe de diyar bikim ku çima makezagoneke nû çê nabe.  Lewra ez ne di wê baweriyê de me ku ev partiyên heyî bi zihniyeta xwe ya dewleta kevn û monolotîk; civateke ku bi riya dewletê bûye nîjadperest, nikare makezagoneke nû çê bikin.

Lê dîsa jî divê em kurd ji her kesî zêdetir beşdarî minaqeşeya makezagonê bibin. Ev minaqeşeyên  di serî de di nav gelê me de şiûreke milî ya nû û zanyariyeke hevdem û hiqûqî dê çê bike.

Bi giştî be jî dê  tesîrê li Tirkan bike.

Di minaqeşeya makezagona nû de di nav kurdan de ji berê de du helwest hene.

Helwestek ew e û dibêje ku “em kurd dixwazin dewleta Kurdistanê ava bikin. Loma jî makezagona ji aliyê Tirkan de tê rojevê, me eleqeder nake. Dema ku  me kurdan dewleta xwe ava kir. Emê makezagona xwe çê bikin.”

Dema ku kurdek xwediyê vê nêrînê  be, hîç şik tune ye ku minaqeşeya makezagonê di vê qonaxê de wan eleqeder nake.

Lê piraniya kurdan û ez bi awayekî din û bi nêrîneke din beşdarî minaqeşeya makezagonê dibin.

Em dibêjin ku: “Dewlet avakirin, mafê miletê kurd e. Armanca me jî ew e. Emê xwe girêdayî vê armancê bibînin. Lê beriya ku Dewletra Kurdistanê ava bibe, qonaxeke dewleteke federal ya kurdan û tirkan jî dikare bibe. Wek li Iraqê lê hat. Heger ji aliyê Tirkan de jî makezagoneke nû tê pêşniyar kirin. Ew ji bona dewleta federal, ji me re derfet diqewimîne. Loma jî divê em kurd di derbarê makezagona nû de xwediyê pêşniyar û projeyan bin.”

Ev pêşniyar û projeyên me dê rojê pêş de ji me re ji bona makezagoneke nû ya rasteqîne û federal bibe alîkar. Dê di şiûr û zanyariya însanan de cî bigre, bi awayekî guhertinekê çê bike.

Loma jî:

1-Divê bir her awayî makezagoneke nû çê bibe. Makezagona heyî rewîze kirin, nayê wê wateyeke ku makezagoneke nû çê dibe. Hikûmet û partiyên siyasî yên Tirkan loma jî makezagoneke nû ne, ji bona makezagona heyî bi awayekî bê biguhert, xwediyê nêrînê ne.

Ew jî nabe makezagoneke nû.

2-Makezagon û qerektera dewletê, raste rast bi hev re girêdayî ye. Bi wateyeke din makezagon, terîfkirina dewletê, tespît kirina vatinî û berpirsiyariya dewletê, maf û azadiyên e.

3-Makezagona heyî, makezagona dewleta milî ya Tirk e. Makezagona dewleta unîter û kolonyalîst û dagirker e. Hebûna neteweya kurd red dike. Axa neteweya kurd û Kurdistan dagir kiriye. Ji bona ku kurdan tune bike referans e. Divê ku ev makezagona bi her şiklî û bi naveroka xwe ji holê rabe. Makezagoneke nû amade bibe.

4-Makezagona nû, divê makezagona bûrokratên leşker û sivîl û neteweya Tirk nebe. Makezagona nû divê bibe makezagona, Kurdan, Tirkan, hemû civatên din, cûda olan û mezheban, cûda sinif û beşên civatê be.

5-Heger makezagon bibe yan Kurdan, Tirkan û beşên din yên civatê wê demê dibe “Peymana Civakî”. Wê demê her neteweyek jê re xwedî derdikeve.

6-Makezagona nû divê li ser guhertina Dewleta-Kemalîst û Tirk bi awayekî radiqal  çê bibe. Ew dewlet, nebe dewleteke unîter, monolotîk, netew Tirk. Dewlet, bibe dewleta Kurdan, Tirkan û hemû beşên din yên civatê. Ew jî dewleteke mişterek ya federal e.

7–Dewlet heger bibe dewleteke federal wê demê dibe dewleta Kurdan û Tirkan. Wek  Iraqê.

8-Divê makezagona nû bi her awayî sekuler, demokrat be. Maf û azadiyên şexsî û kollektîf (grıubî) biparêze û bixe bin gerentiyê. Di ser îdeolojî, neteweyan, ol û mezheban re be. Lê wana tevayî temsîl bike. Mafên wan nas bike.

9-Ev makezagona beriya her tiştekî divê hebûna neteweya Kurd qebûl bike. Bipejirîne ku Kurd jî him ji aliyê mafan de û him jî ji aliyê statuyê de dê bi Tirkan re wek hevûdu be.

10-Makezagona nû dema dewleteke federal pejirand, divê dawiya dagirkeriya neteweya Tirk ya Kurdistanê bîne.

Loma ez dibêjim ku em kurd makezagona federal pêşniyar bikin. Ez bi xwe jî xwediyê pêşniyara makezagona federal im.

Diyarbekîr, 04. 02. 2021

Back to top button