Serokê Partiya Sosyalis a Kurdistanê Mesud Tek, bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Her usa demek e li Kurdistana Başurê ji bona rapirsiyê giftugo, niqaş û amadeyî têne kirinê. Serokê herema Kurdistanê birêz Barzanî di demên dawî da kar û xebatê xwe di vî warê da çirtir kiriye.Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye? Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin? Demezrandina dewleta serbixwe mafêkê reva ye û di peymanên navnetewî da cî girtiye.Gelê Kurd di seranserê Kurdistanê da ji bona kiyaneka (statu) netewî, bi gelek şîve xebat dike û bona vê armancê bi hezaran Kurd bûne cangorî.Şiveyek ji şiveyên statuyê, dewleta serbixwe ye. Bê guman damezrandina dewleta serbixwe mafê me ye. Mafê me ye, lê belê cî be cî kirina vî maf, ango ji bona demezrandina dewleta serbixwe divê şart û zirufên navnetewî, herêm û welat jî guncav be, amade be.Demek e, li Kurdistana Başurê behsa damezrandina dewleta serbixwe û encamdana rapirsiyek ji bona vê yekê tê kirinê.Rêvabirên Herêma Kurdistanê, bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, bi dehan car ragihand û gotiye, ku: “mayina me di çarçeveya dewleta Iraqê da, bi cî be cî kirina destura Iraqê ve girêdayî ye. Lê belê xalên Destur nayên cî be cî kirinê û hikumeta navendî pabendê Destur nabe. Me gelek hewl daye, ku pirsgirêken xwe ligel Baxdad çareser bikin, lê belê ji ber halwesta Baxdad me nikarî.Bona vê yêkê jî em mecbur in ji bona parastina deskevtên xwe, ji bona parastina hebûna xwe rêyeke dinê bigerin, reng û şiveveka dinê bidine kiyanê xwe. Reng û şiveyê jî gelên Kurdistana Başur bi rêka rapirsiya gîştî dest nişan dikin. Bona encamdana rapirsiyê çi pêwîst be, emê bikin. Encama rapirsiyê vîn û îradeya gel e û gelê me çi bejê emê usa bikin.”Her usa demek e li Kurdistana Başurê ji bona rapirsiyê giftugo, niqaş û amadeyî têne kirinê. Serokê herema Kurdistanê birêz Barzanî di demên dawî da kar û xebatê xwe di vî warê da çirtir kiriye. Ji bona piştgiriya dewletên mezin, ji bona piştgiriya bîrurayê giştî li rapirsiyê hewl dide.Bi gor bîr û baweriya me damezrandina dewleta serbixwe li Kurdistana Başurê mafê reva ye û bi gor pêşbîniya me gelê Kurdistana Başurê, ger biçe ser sindoqa rapirsiyê, dengê xwe bide dewleta serbixwe.Heya îro me piştgiriya vîna gelê Kurdistana Başur kir û biryara wan çi dibe bila be emê piştgirê wan bin. Lê belê divê ji bîr nekin, ku encamdana rapirsî, damezrandina dewleta serbixwe nîne. Ji bona demezrandina dewleta serbixwe pêvajoyek pêwis te û rapirsî gavê yêkana vê prose ye.Her usa divê ji bîr nekin, ku ji bona dewleta serbixwe divê hal û mercên navxweyî û navnetewî jî guncav be. Serokê Herêma Kurdistanê ji bona guncavtir kirina hel û mercên navxweyî û navnetewî jî hewl dide, kar û xebatê dike, ku em piştgiriya xebata hêja Barzanî jî dikin di van waran da. Mesud TekSerokê Gişti PSKê
Pêş
26/06/2025
Çanda neyekrêzî û hevdu neqebûlkirinê!!!
26/06/2025
Ocalan vegera serkaniya xwe, bila kesek xwe nexapîne..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rêveberên Xayîn û Dîrok23/06/2025