Polîtîk

Devera Barzan tê avadankirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja duemiyê 20.05.2013ê, di merasimekê de kevirê bingehîn bo pirojeyê Ava Barzan li gindî Bilê dana. Ev pirojeye dê ji aliyê kompaniya Arge a tirkî di nava du salan de bê timam kirin û wezareta şaredarî û tûrîzmê ya hikmeta Kurdistanê 8 milyon dolar bo pirojeyê Ava Barzan berdest kirine. Li gor pilana hatiye danan, ev pirojeye dê di sala 215ê de ava vexwarinê bo 51 gundên devera Barzan misoger bike û arîşeya ava vexwarinê li sînorê Mêrgesorê çareser bike.

Di merasima danan kevirê bingehîn bo pirojeyê Ava Barzan de ku, wezîrê şaredarî û tûrîzmê, waliyê Hewlêrê, konsulê giştiyê Tirkiyeyê yê Hewlêrê, qaymeqamê Mêrgesorê û hijmareke xelkê deverê amadebûn, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de got ku, ew xwe serbilind dibîne careke din li devera şoreşgeran kevirê bingehîn bo pirojeyek din yê xizmetgozariyê dadine:

– Ez kêfxweş im ku, ez li vê devera şoreşgêran im û ji bona danan kevirê bingehîn bo pirojeyekê din yê xizmetgozarî amade dibim. Vê yekê manayeke mezin heye bo devereke wek devera Barzan ku, hertim dibin êrîş û kavilkirinê de bû. Ev yek wê manayê dide ku, bi piştevaniya Xwedayê mezin, karwanê avadankirina Kurdistanê ranaweste û dê her berdewam be.

– Di dîroka Kurdistanê de, Barzan navekê gelek diyar e û ji bo hemû xelkê Kurdistanê navekê naskiriye. Wek viyanek bo Barzan, sed sale dayîk û bavên kurd zarokên xwe bi navê Barzan nav dikin. Barzan bo hemû xelkê Kurdistanê zehmet dîtiye, qurbanî daye û xebat kiriye.  Rojnamevan û lêkolînevanê fransî Kirîs Koçêra dibêje: ”Şêx Ebdulselam Barzanî yekem kes bû di nav kurdan de bernameyê bizava rizgarixwaza kurdî nivîsî.” Barzan gelek pêşengiyên din bi dana gelek qurbaniyan di dîrokê de bo gelê kurd tomar kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de, herwesa, Behsa ew wêrankariyên bi ser devera Barzan de hatine kir û got:

– Barzan, weke gund, çend caran li ser demên cihê de hatiye şewitandin û wêrankirin, lê ji aliyê bîrûbawer û tealîmên xwe ve qed û qed wêran nebûye. Barzan di serdemên cihê de koçbarbûn e ew hatine koçbar kirin. Di jiyana penaberiyê de rastî derdên giran  hatine û gelek jê şehîd bûne. Lê ew her man û bihêz bûn, jiber ku ew xwedî baweriyeke bihêz bûn. Gelek kes ji malbata şêxên Barzan hatine winda kirin, bi awayekê sîstematîk hatien enfal kirin. Di enfala sala 1983ê de 8 hezar barzanî hatine enfalkirin. Li kampa Zêwe (Îran) mal û zarokên barzaniyan bi hev re bûne armanca firokeyên rijêma Sedam, lê belê wek mînakek û beşek ji xweragiriya kurdan, ew bihêztir bûn.

– Îro, bi dilek xweş, em vê deverê bi avadanî dibîn in û hemû kurd bi vê yekê kêfxweş in. Weke hemû deverên din yên hatine enfalkirin, û ya di desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê de be, em dê vê deverê avadan bikin û bi zêdetir avadankirinê rewşa deroniya birîndar ya xelkê vê deverê derman bikin.

Back to top button