Civak
Dev li tevlihevkirinê berdin
Berpirsek PDKê bersiva ragehandina YNKê û berpirsên YNKê da û dibêje: ‘’’’ Li gor nûçeyeke saziyên ragehandina YNKê gelek berpirsên PDKê û fermandarên leşkerî li sînorê Şengal û Zûmmar û Şêxanê ku nêzîk 800 kes peyvendî li gel YNKê avakirine. Di vê derbarê de berpirsê leqa 17ê yê PDKê yê Şengalê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Endamekî PDKê ku li dû îmtiyazdabe û ji peyrew û bernameya navxwe dûrketibe û tu rêyekî wî nebe, azade biçe nav partiyeke din. Naha bi navê 800 kesan daxuyanî dane qaşo PDK yîne û çûne nav YNKê. Ji vê derê em bang li YNKê dikin bila tenê navê 10 kesan aşkera bikin ku ji PDKê çubine nav YNKê.’’ Herwaha got: ‘’Em daxwaz li ragehandinên YNKê dikin bila dest li tehlihevkirinê berdin.’’