CîhanRojev

Destpêkirina perwerdeya kurdî li Swêdê

Ji sala 1976ê ve li Swêdê dersên kurdî têne dayin. Reşo Zîlan ku li Swêdê mamosteyê pêşî yê kurmancî ye behsa destpêkirina dersên kurdî û şagirtê xwe yê pêşî dike.

21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya navdewletî ye. Li Swêdê halê hazir zêdetir ji deh hezar zarok li dibistanan perwerdeya kurdî dibînin, bi sedan mamosteyên kurdî hene.

Di serî de kurdî tenê li dibistanên bingehîn tê dayin û şert zehmet in, ji ber ku kitêb, ferheng û materyalên din ji bo dersdayina kurdî nînin. Zîlan dibêje zehmetiyeke din a vî wextî jî nezanî û tirsa ji Tirkiyê bû.

Gav bi gav kurdî li xwendegehên Swêdê bêhtir tê xwendin. Tê ferqkirin ku pêdivî bi materyal û mamosteyan heye. Loma di sala 83-84ê de çend saziyên resmî yên swêdî weke Xwendegeha Bilind a Mamostetiyê, Daîreya Mihaciran, Saziya Dibistanan û Enstîtuya materyalên perwerdeyê li hev dicivin û biryarê didin ku ji bo kurdî:

  • Li Stockholmê mamoste bêne perwerdekirin
  • Materyalên xwendina kurdî bêne derxistin
  • Ji bo Daîreya Mihaciaran agahiyên bi kurdî werine derxistin.

Reşo Zîlan dide zanîn ku bi biryarên vê civînê re pêşî li perwerdeya kurdî vedibê û êdî li Swêdê mamosteyên kurdî têne perwerdekirin.

Sverigesradio

Back to top button