Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye


85 sal berê, roja 4ê gulanê,  bi tesdîqkirina Mistefa Kemal Ataturk û Fevzî Çakmak,  ji bo qirqirina gelê me yê Dêrsimê, biryareke fermî, ji bo  êrîşa leşkerî hate derxistin. 

Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê’  ya ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937ê de,  hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kirin, kevir ser li kevir nehêlan.Ev biryara , destpêka Teretele ya Dêrsimê bû.

Di vê biryarê de weha dihat gotin. ‘Gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Di vê operasyonê da, hêzên leşkerî dê bigirin ser gundan, dê him çekan bicivînin û him jî bi vê firsendê kesên ku hatine civandin neqil bikin’. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin, dê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwiste,  ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê em  li cîh de ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan bi dûr bixînin’.


Ev gelek aşkereye ku, ev biryara Dewleta Tirkîyeyê,  ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.

Dewleta Tirkîyeyê berîya vê operasyonê, ewilî biryara ‘berhevkirina çekên di nav gel’ derxist. Paşê,  bi navê ‘wergirtina ji bo wazîfeya  leşkerîyê’, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û kirin bin kontrola xwe û dûv  re,  kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbarin,  tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên di navbera wan de bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin , surgunî bajarên cuda yên Tirkîyeyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî van kiryaran, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê bixin nava wan , gelê Dêrsimê qir kirin.

Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku, jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn,  revîyabûn  xwe di şikeftan veşartibûn,  di wan şikeftan de, bi “jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin, xwe  ji zinarên bilind  davêtin çemê Mûnzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek zarokên Tirk gîhandin.

Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir,  di 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê berdewam kir. Wek ku di biryarnameyê de hatîye goti,  hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber sûcên ku li hemberî gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye,  tiştê ku Dewleta Tirkîyeyê bike ewe  ku , berîya her tiştî divê  uzra xwe ji gelê Kurd bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastîyê bavêje. 

Dewleta Tirkîyeyê dikare bi destnîşankirina mezelên Seyid Riza, Şêx Seîd û hevalên wan,  ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 85emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên li hemberî  gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.

04.05.2022


Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: