Cîhan

Desthilatdariya erdogan diheje

Li ser rewşa Tirkiye û taybetî pêvajoya ku Tirkiye têre derbas dibe gelek nirxandin û şirove têne kirin.Care yekem e ku behsa hejandina desthildariya Erdogan tê kirin. Di van demên dawî de Erdogan bi xwe jî behsa hinek guhertinên bingehîn dike ê behsa reforma di warê siyasî,dadwerî û darayî de dike. Taybetî piştî zavayê Erdogan wezîrê darayî Berat Akbayrak ji karê xwe dûr ket, veca gelek tişt vekirîtir têne gotubêj kirin.

Rojnemevanê tirk Murat Yetkin jî di vê derbarê de şirovekî dike ê dibêje ku, Tayib Erdogan heta wek îro ji bo desthilatdariya xwe biparêze gelek serkeftî bûye. Lê vê carê rewşa darayî,rewşa  rêveberiya dewletê û dadweriyê karê Erdogan gelek Zehmet dike.

Di nivîsa xwe de Yetkin dibêje: Hun çi bêjin , bêjin Erdogan ji bo desthiladariyê berdewam bike serkeftiye û hostayek gelek başe. Ji bo li ser lingê xwe bisekinê dikare her kesê pêwist feda bike û ya pêwist bike. Ev yek hişt ku ew heta niha li ser lingê xwe bisekine. Ji ber ku di siyasetê de armancek heye,eger mirov ji armanca xwe dernekeve,her tiştek din dibe teferuat. Ew armanc jî ewe poste ku di destê tede ye biparêze û ji bo desthiltdariya xwe biparêze her tiştek din feda dike. Lê dixweyê vê carê karê Erdogan gelek zehmete. Belavbûn gelek çêbûye, rastî rewşa Erdogan ne baş e û karê wî zehmete.

Balkêş e ?
Close
Back to top button