Desthilata PYD demkiye!
Nêzîkî sê sale Sûriye li dîroka hemdem de tuşî mezintirîn qeyranê bûye û derbasbûna wê ya ya li ji vê qeyranê de bi vî awayî ne hêsane, ji ber ku amûrên kuştinê gihîştine radeyekî metirsîdar û çendîn grûp û alî li gel vê qeyranê têkel bûne û bereyên şer jî roj bi roj zêdetir pêşdikeve û koçberbûn jî gihîştiye radeyek ku êdî nikarin bi hêsanî kontrol bikin.
Ji bilî eve jî civaka navdewletî bi hurî çavdêriya qeyranê dike û bûye pirseke navdewletî. Êdî li vir de ji bo Kurd li Rojavayê Kurdistanê derfetek pêkhat ku ev beşa Kurdistanê ku dîroka vî welatî de ji kêmtirîn mafan hatiye bêbeş kirin û heta ku mafên rewa bi dest bîne û destpêkê de Kurd zîrekane tevgeriya û heta radeyek karîn yekrêziya mala Kurd rêkbixin û paşê jî (Peymana Hewlêr) jî bû hewêna zêdetirê yekrêziya navbera hemû alî û partiyên Kurdistanê û eve jî hêviyeke ji bo Kurdên Rojava peyda kir ku bikarin kontrola pêvajoya bikin.
Piştî demekê rejîma Sûriye hest bi vê yekrêziya mala Kurd kir û eve jî bêguman ne li berjewendiya wan de ye û aliyê PYD kir amûrek ji bo derz xistina nav aliyên Kurd û eve jî derfetê daye aliyê navbihurî bo ku sedemên serbazî li ser rejîma Sûriye sivik bike û bibê (alternatîv) ji bo wê yekê ku hizra rejîm bikşîne nav gengeşeyên vê qeyranê û li vir de rejîm sûd ji PYD wergirt û bi eşkere piştgiriyê lê kirin heta wê demê meremên xwe pêktîne û li ser ruyê hemûyan ve parastina berubûma neftê û keresteyên petrolê, ji bo wê yekê zêdetir bibê palpişt bo eve jî war ji bo PYD rexsand ku desthilatekî demkî li hinek navçeyan dabimezrênê û ev jî ji aliyê xwe ve wate PYD bêyî wê yekê bigerê ser dîroka vê rejîmê.
Fermanê bi cîh kir û desthilatekî demkî damezrand ku rastiyê de desthilatekî demkiye! ji ber ku ne rejîma Sûriye wê nas dike û her wiha civaka navdewletî jî ne li gel ewe ye ku hevpeymaniyeke rejîma Esed rol li paşaroja siyasî û civaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bibîne. Xalekî din ku cihê balkişandinêye, zêdetirê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne li gel nêrîn û bernameya PYD ne û yan rûntir bibêjîn dijî kar û kirdarên wê ne.
Ji ber ku Kurd eve bi rewşeke xerîb dizanê ku aliyekî Kurd bibê bereyekî hevpeyman li gel rejîmekî dagîrkerê axa Kurdistanê û heta niha jî bi dehan hezar Kurd ji mafê welatîbûnê hatine bêbeş kirin û dîrok jî rûdawa sînemeya (Amûda) ji bîr nake ku çawa zarokên Kurdan bi nimêja nîvro şewitand û ji bo dîrokeke nêzîk jî vegerênê ve her ew rejîm bû sala 2004 çi li ser Kurdan de anî, cara dawî jî belê raste eger bibêjîn bi navkirina desthilata demkî ji bo desthilata PYD li Rojavayê Kurdistanê diruste.
Ji ber ku rastiyê de desthilatekî demkiye û ne tişteke din û tenê merama wan bi cîh dike!
Yunis Hemed – Oslo