CîhanRojev

Desthilata AKPê winda dike!

Serokê Partiya Niştimanî Dogu Perinçek  yek ji pişgîrê Erdogan û hukumetê bû. Perînçek her carê digot ku, hukumeta heyî li gora siyaset û îdeolojiya me dewletê rêve dibe. Di gelek platformên cuda de awayek vekirî pîşgîrêk germ yê Erdogan û desthilaya heyî bû.

Lê niha Perînçek ji nişkave dev tavêje hukumetê, Erdogan û hukumetê bi tundî rexne dike û dibêje: Rejimên ku dirûxin dîwarekî di nevbera xwe û xelkê de avadikin. Rejimên dirûxûn di qesrên bilind de jiyanekî xweş berdewam dikin. Eşkereye ku AKP winda dike û berbi tunebûnekîve diçe. Divê hinek derkevin û rastiyê bêjin Erdogan.

Perînçek televizyuna “Ulusal Kanal”ê de, beşdarî di bernameyekî de kir û ev gotin gotin .

Ji berî çend roja avahiya dadgaha bilind  bi rewrismekî hate vekirin . Di rewrismê de Erdogan ,serokê dadgeha Bilind û serokê Diyanetê dest dan hev û bi duayan vekirina avahiyê kirin. Ev yek gelek hate gotubêj kirin. Perinçek jî li himber vê yekê bertekek tund nîşanda û got: Ev îstismar kirina olî ye.Ev delîleke ku berê desthilatiya Erdogan berbi kûve diçe. Winda dikin û têkdiçin. Bi akilana tevnagerin. Dadgeh bi duayan nayê vekirin,cihê dua mizgeftin,malin.  Istismara olî ne çareseriyeke, ev ji bê çareyî ye.

Berdewamiya axavtina xwe de Perînçek got: Desthilatiya AKPê berbi têkçûyînekîve diçe,Li himber wan jî guruba Biden heye.Projeya kaosê ya Amerika heye. Dixwazin PKKê û HDPê bêxin di nava dewletê de. Dursun Çiçek du wezîra dide PKKê. CHP vekirî behsa koalisyona li gel PKK/HDPê dike.Ev tehdîtek mezine li himber vê tehdîtê bi duayan nayê sekinandin.

Back to top button