Çîn li ser taqîkirin û ceribandina derziya dijî virusa Koronayê de berdewame û derziya Koronayê li ser hezaran xwebexşên Brazîlyayê hatiye ceribandin.
Ev derziya Çînî ya dijî Koronayê ji aliyê kompanya Sinopharm ve hatiye çêkirin û ji bilî Çînê li çend welatên din jî li ser pêketiyên Koronayê hatiye taqîkirin. Li vê çarçoveyê da derzî li ser beşek ji xwebexşên bajarê Rio de Janeiro hatiye taqîkirin.