Polîtîk

Derwêş li siyaseta xwe ya kevin vegeriya

Hemidê Hecî Derwêş sekreterê Partiya Demokrat a Pêşveru ya Kurd li Suriye, daxûyaniyekî refên xwe guhert û wek berê vegeriya.Partiya Pêşveru berî demekî kongreya xwe li Kurdistana Rojava çîkir. Piştî vê siyaseta Hemid Derwêş li ser rewşa Suriye û Kurdistana Suriye hate guhertin. Hemid niha xwe ji ENKSê û heta muxelefeta Suri da aliyekî cardin hewl dide ku li ba Rejima Suriye cih bistine.Hemid Derwêş daxuyaniyek ya xwe di Bûyer Press de hatî ragihandin çend xalên balkêş dibêje.Derwêş dibêje: Niha di vê pêvajoyê de ragihandina dewletek Kurdî li hemû aliyên Kurdistanêne ne raste û Derwêş li dijê ragihandina dewletek Kurdî derdikeve.Lê mebesta wî Kurdistana Başûr e. Ji ber ku niha tenê li Başûrê Kurdistanê ragihandina dewleta kurdî di rojevê de ye.Herweha Hemîd bawer nakê ku pirsa kurd li Suriye li ti deverek yê cîhanê  bête çareserkirin. Tenê çareseriya vê pirsê Li Suriyeye. Heçî aliyê siyasî ji vê bawer neke jî, Derwêş wan nezan û fam nekirina ji siyasetê tawanbar dike.Derwêş berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Balyozê Amerika  Robert Ford li Stanbulê û Cenev daxwaz kiriye ku Hemid bibîne lê wî qebûl nekiriye. Derwêş dibêje ku wî nexwest ewên ku bi zimanê mirine li ser welatî Suriye re kiset dikin re hevdîtinê bike.Herweha Derwêş bi hemû awayê hevalbendiya xwe ji bo YPGê radigihîne û dibêje: Eger opozisyona Suri derbasî herêma kurda bibe dê bi giranî şerê wan bikin.Piştî van daxuyaniya Derwêş dibêje ku ew ne li gel tu aliyek siyasiye.Bêguman di vê derbarê de gelek şirove têne kirin. Lê di vê derbarê de pêwiste partiyên di nava ENKSê de bersiva Derwêş bidin û taybetî ev yek dikeve li ser milê PDKS û herweha têzanin ku PDKê jî gelek cara pişgiriya partiya Derwêş kiriye.

Back to top button