Derûniya Evînê
Evîn, bêguman zanisteke derûnî ye ku mirovan daxistiye nêv tora xwe û wan geh diguvêşe, gahî ditteyişîne û hin caran jî wan dibexşîne.Bingeha evînê, ax e. Ji ber ku evîn ji axê afiriye, hem roj e, hem jî heyv e. Hem stêr e, hem jî êtûn e. Gelek car jî evîn ba ye, bager û bablîsok e. Hin caran jî evîn xwe dike ewr û baran, brûst û tofan, dibe berfa pûk û xilolîka bêderman.
Felsefeya evînê tenê di stranên kurdî de rind diyar bûye. Lê belê felsefeya klasîkên kurdî jî li ser bingeha evînê hatiye avakirin. Mirovê ku zindî be, bê evîn nabe û nikare bijî. Ji ber ku hebûn bi xwe, evîn e. Hem jî evîn dê ye, hem bermalî ye. Lê gelek caran jî evîn meriv dike mîna zarûkên sêwî û li ber deriyê mizgeft û dêran, li ber kenişt û perestingehan, li ber dîwarê Laleş û laleşgehan dadixîne parsê. Lê pars jî bi dest nakeve…
Lê belê evîna rasteqîne, xwe ji Laleşa Rengîn cuda nake û hertim xwe bi ziman û toreya evînî dilipikîne, xwe dixe nava cergê hemî zindiyan û li jiyanê didomîne. Lê belê evîna xwedanê van reşbelekiyan, ne mîna ye evîna erd û asîmanê banî, ne jî mînaye evîna Çiyayê Cûdî û Agirî, xwe nagehîne Munzir û Mûradê, ji Dicle û Firatê jî nabihure û ji Aras û Mihabatê dûr nakeve. Hin caran jî evîn xwe hildiqevêje ser çiyayê Hemrînê û gav davêje ser Koban û Efrînê…
Ji deryaya Sipî naqete û evîn xwe digehîne Deryaya Reş… Evîn jî sergeşte bûye û nema riyekê ji riyan derdixîne. Ji aliyekî din ve, li kîjan strana kurdî guhdar dikî, ha dibînî ku evînê xwe mîna şêr û pilingan hilavête navê û bi agirê evînê xwe dike evîna Aristanê. Evîn geh jî wek Selwa û Selmaya Cizîrî ku çavan diniqîne, ji xwe evîndarên xwe dike xepirkarê çiyayên warê evîndaran.
Dema meriv li kîjan dareke mazî dinihêre, meriv dibê ku evîna evîndaran tevek di navê de hêwiriye.Yan dema meriv li şkefteke Zagrosan dinere, çirç û qelşên wê tev ji evîna evîndaran dagirtî ne. Êdî evîndarên evîna warê evînê ketine sergêjiyeke wisan tehl û teng, nema karin xwe jê rizgar bikin. Jixwe dema jê rizgar bibin jî, hingê dawiya jiyana wan tê. Lewra evîn bixwe jiyan e.
Jiyan jî tije kul û derd û jan e… Lê belê, ne evîna Ferhadî dibe wek evîna Seîdeya Zindî û ne jî ya Siyabendê Silîvî dibe wek ya Xeca Şikakî…Xwedayê mezin alîkar û piştevanê evîn û evîndaran e…
Gundê Çirçirkê 25/ 08/ 2020,
Zeynelabidîn Zinar