Kultur

Derhênerê Îranî Dariûş Mehrcûyî û hevjîna wî hatin kujtin

Derhênerê Îranî Daryûş Mehrcûyî û hevjîna wî Lîstikvan Vahîde Mihemedîfer li bajarê Kerecê di mala xwe de kuştî hatin dîtin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA, berpirsê dadwerîya Îranê Husên Fazelî ragihand ku Mêhrcoyî û hevjîna wî Vahîde Mihemedîfer bi birînên kêrê mirî hatine dîtin.

Polîsê Îranê diyar kir ku heta niha sedema kujtinê nayê zanîn û got: “Ev bûyer ji alîyê kesekî yan kesên nenas ve bi sedemek nediyar pêk hatiye û heta niha jî sedema kujtinê nayê zanîn. Delîl nîşan didin ku ev kujtin di encama birînên li stû û beşên laş ên bi çekên sar pêk hatiye”.

Derhêner Mêhrcoyî di sala 1939an de li Tehranê ji dayik bû, di destpêka salên 1970î de wek yek ji damezrînerên ‘pêla nû ya fîlmên li ser realîzmê’ dihat naskirin. Derhêner di sala 1969an de bi fîlmê xwe yê duyemîn ê bi navê “Gav” şopa sînemaya neo-realîst a Îtalyayê şopand û bi fîlmê “Gav” bû pêşengê destpêkirina Tevgera Pêla Nû ya Îranê.

Fîlmên derhêner ên li cîhanê navdar ev in: Çêlek, Çerxa Mînayê, Kirêdar, Hamûn, Leyla, Dara Hiriyê, Sentur Çalan, Laminur.

Lîstikvan Vahîde Mihemedîfer jî di gelek fîlmên navdar de cîh girtiye.

Back to top button