Derewek din eşkere bû
Di medya nêzikî PKKê di nûçeyekî de da xûyakirin ku, girtiyê doza PKKê di girtîgehê de dawî li jiyana xwe aniye. Îrfan Kiliç li gora propagandayên derdora PKKê , ji bo tecrîde protesto bike întixar kiriye. Nivîsa ku şun xwe ve hiçtiye dibêje ku; “ Ez Îxaneta PDKê û tecrîdê protesto dikim. “
Lê derew zû eşkere bû. Hat zanin ku Îrfan Kiliç xwe nekuştiye û ew hatiye înfaz kirin. Yanî ji aliyê girtiyên din ve hatiye kuştin. Lê mixabin heta rastiya van bûyerên tarî eşkere dibe, derewa ku hatî kirin cihê xwe digre.
Niha gelek Sendikayên(Baro) Parêzeran li bajarên Kurdistanê hene. Eger bixwazin û ji PKKê biwêrin dikarin lêkolinekî di derbarê vê bûyerê de bikin û vekirî rewşa derkeve holê ji Raya Giştîre zelal ikin.
Di vê qonaxê de armanca propaganda PKKê bûye PDK. Heta eger mecala PKKê hebe dikarê êrîşê PDKê jî bike. Dibêjin ku “ Şêva Tarî ji Êvarî Kifşe “