Polîtîk

Derewa dike

Selma Irmak derewa dike Parlementera HDPê Selma Irmak cardin êrîşê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî kir.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li gel Amberin Zaman di malpera Al Monitor de hevpeyvînek kir.Di vê hevpeyvînê de serokê Kurdistanê derbarê Herêmê û Kurdistanê de dîtinên xwe gelek bi zelalî gotin û herweha li ser hinek pirsan behsa rewşa PKK/PYDê kir. Wek din Barzanî bersiva hinek pirsa de behsa AKPê û Erdogan jî kiriye.Lê Medya PKKê û parlementera HDPê Irmak gelek bi awayek çewt, ne rast û derew ev gotinên Mesud Barzanî nirxandin. Medya PKKê û çepên Tirkên Kemalîst dijitiya Barzanî bi derewan dikin. Van aliyan di medya xwe de û taybetî di medya Civakî de gotin: “ Barzanî Erdogan diparêz e“ “Dostê Erdogan Barzanî“Irmak axavtina xwe ya di kongreya KCD de got ku, Barzanî gotiye PKK û PYD teroristin û biBarzanî wek Erdogan xeber dide.Serokê Kurdistanê hevpeyvîneke li gel rojnamevan Amberin Zaman behsa çendîn pirsên çarenûsaz kiriye ku li Al Monitor da hatiye belavkirin.Ev Hevpeyvîn di gelek malperên Kurdî de jî bi hatiye weşandin. Ji xwe dema mirov vê hevpeyvînê bixwîne derewên Irmak derdikeve holê.Lê gelek şermê ku Kongereya KCD de Selma Irmak derewa di derbarê Barzanî de dike. Ji berî çend roja parlementerê HDPê Mîr Dengir Firat daxwaza dîtina serokê Kurdistanê kir. Piştî hevdîtinê Firat ji medyayê re got: Barzanî serokê Hemû kurdan û Kurdistanêye.Niha gelek vekirî di derbarê serokê Kurdistanê de, HDP siyasetek durû rêve dibe. Li Başûr wesfê serok didin û Bakur dijminatiyê dikin.Di bingehê xwe de ew di kesayeta serokê Kurdistanê de dijminatiya nirxên Kurdistanî û herweha xebata serxwebûna Kurdistanê dikin.Ji bo derewa Selma Irmak û medya PKKê kerembikin cardin hevpeyvîna serok Barzanî biexwînin. https://rojevakurd.com/armanca-min-damezrandina-kurdistaneki-serbixweye-neku-li-posta-serokayetiye-da-biminim/

Back to top button