Komela Çand a Mêrdînê bi navê projeya Dengek û Çirokekî şanoyek bi zimanê Kurdî û Tirkî pêkaniye. Di vê şanoyê de di dema Pandamî de rewşa jina tê gotubûj kirin û di vê qonaxê de jin tiştên ku dîtin û zehmetiyên jiyayîn ji hev re dibêjin.
Navê Şanoyê RÛYA / XWEN e.XWEN çiroka keçekiye, behsa dema ku ev keç dikeve imtihanên zaningehê,çewe terciha xwe dike û di vê pêvajoyê de çi axavtin hatine kirin dike.
Di vê derbarê de Gulcan Kiliç dibêje ku, di destpêkê de me ev yek bi tenê zimanê Tirkî çêkir, lê me dît ku Kurdî jî dibe û me ev çêrok bi zimanên Kurdî û Tirkî pêkanî.