Kultur

Dengê hawara te (helest)

DENGÊ HAWARA TE

dengê hawara te

melûliya rondikên çavên

ziwa ye

keservedana temenekî

bi jan e

kaniya xeyalên bi coş e

dengvedana şikeftên

tenha ye

têkoşîna li hember zexelên

demê ye

dengê hawara te

guregura reşewrên barana

azadiyê ye

hêrsa pêlên okyanûsa ye

kefenê mirineke zûhatî ye

sebira xwedawendên

bêdeng e

dengê hawara te

nalenala sînorên welatekî

bindest e

reşgirêdana gund û bajarên

hilweşiya ye

hesreta ronahiya berbangên

derengmayî ye

daxwaza lêvên bêmaçmayî ye

xatirxwestina ji rojên tarî ne

dengê hawara te

çûkê baskşikestî ji refên xwe

veqetiyayî ye

êşa li ser dilê evîndara ye

pêjna helbesteke nehatî xwendin e

sir û seqema zivistanên hişk e

xumxuma herika çemên har e

siwarê hespê li meydana

cengê ye

dengê hawara te

kezebşewata lorîna dengbêjên

serhedê ye

feryad û fîxana bilbilê îsyankar e

tenêtiya

axîna dûmana cixara min e

zingezinga dengê dahola

jiyaneke nû ye

pelvekirina daristanên şîn e

kovanên di malzaroka hezkirinê de

hatinî meyandin e

kutekuta kelecana dilê xeydok e

dengê hawara te

qêrîna agirê berxwedanê ye

bêrîkirina bêhna kulîlkên

biharê ye

xewna çirûskên çira mezlûma ye

naleta dîroka durû ye

raperîna çiya û zinarên berz e

sirûda ala serkeftinê ye

sonda tolhildana şervanên

mêrxas e

û mizgîniya

xemla Kurdîstana serbixwe ye..

 

Xizan Șîlan

2018-12-18

Stockholm

Back to top button