CîhanRojev

Demokrat Rê li Ber Pejirandina Paketa Biden Vedikin

Piştî Civata Senatoran paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî pejirand, bi pejirandina çaverê ya Civata Nûneran re li ber e ew proses bi lezgînî were meşandin.

Senatorên Komarî, plana Serok Joe Biden ya ser alîkarîyê red kiribûn û encama dengdanê li hember 50’î 50 mabû.

Wekhevîya dengan bi dengê Cîgira Serok Kamala Harris ya ser erêkirina paketê guherî.

Rêberên Demokrat yên Civata Nûneran dîyar kiribûn ku ewê ser plana Biden dengdaneke ûsilî çêkin û dabûn zanîn ku ger paket di wê dengdanê de were pejirandin ewê wê qebûl bikin.

Li Civata Senatoran Komarî jî Demokrat jî xwedîyên 50 kursîyan in û jiber ku bo pejirandina gelek bernivîsan bi kêmî ve 60 deng pêwîst in, guman hebû ku Komarî rê li ber paketa Biden bigirin.

Lê piştî bernivîsa budçeyê li Civata Senatoran hat pejirandin û dûre jî li Civata Nûneran hat erê kirin, bi qanûnê ‘’lihevkirinê’’, bo paket li Civata Senatoran were pejirandin 51 deng pêwîst in.

Ger di encama dengdanê de hejmara ‘’erê’’ û ‘’na’’yan wek hevdu bin Xanim Harris bi dengê xwe dikare careke din wê wekhevîyê biguherîne.

Senator ser bernivîsa budçeyan bi qasî 15 saetan danûstandin kirin û Harris di dawîyê de dîyar kir ku bernivîs li hember 50 dengan bi 51 dengan hatiye qebûl kirin.

Back to top button