Selahattin Demirtaş ji girtigeha Edirneyê de wek berdevkê Kemalista peyama dide.
Nivîseka Demirtaş di rojnemeya Duvar de hatiye belavkirin. Demirtaş behsa kandidatê serokkomariya Tirkiye dike û dibêje Tirkiye ya me hemûyane gerek em li gora wê jî kandîdatek hevbeş ji bo serokkomariyê destnişan bikin.
Demirtaş beşek nivîsa xwe de dibêje:
” HDP dema behsa kandîdatek hevbeş dike vê yekê wek bazarek erzan nabêje û armanca HDP ne şantajek e.HDP ne berjewendiyên tenk yê partiya xwe diparêze, ew berjewendiya Niştiman û pêşeroja welat difikirê û gora wê jî bi berpirsiyarî tevdigere. Tirkiye ya me hemiyane li gora vê jî gerek kandîdatê hevbeş yê me hemiya be.
Beşek din nivîsa xwe de Demirtaş dibêje: “Em salvegera du set saliya Cumhuriyetê de, bi hevre lê xwedî derkevin û vê Cumhuriyetê bikin ya me hemiyan. Em dikarin cumhuriyetê bikin dewletek, Demokratik,sekûler,Civakek pêşketî, wekhevî,adil û dewletek ya hukukê.
Ev gelek care ku Demirtaş ji “Mellik melîktir” daxûyaniya dide û bê ku behsa Kurda bike,wek berdevkê çepên netewiyên Tirk û Kemalistan diaxive.
Lê mixabin di nav siyasetmedar, partî,rewşenbîrên Kurdan de tu bertek naxweyê. gelo ji bo çi kesek bersiva van gotinên pûç û vale nade. Bê dengî bi awayekî tê wateya qebûlkirina van gotinan. Erkeka partiyên siyasî ewe ku, bersiva gotinên zererê bide doza wan bidin. Her gotina Demirtaş li dijê hemî nirxên Kurdistani ne.