Demirtaş:Divê DEM windahiya hilbijartinên giştî telafî bike

Selahattin Demirtaş ku hevjîna wî Başak Demirtaş ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji DEM Partiyê di rojevê de ye, derbarê hilbijartinên herêmî de bi Parlamenterê DEMê yê Agiriyê Sirri Sakik re ku li girtîgehê serdana wî kiribû axivî. Demirtaş ji Sakık re da zanîn ku divê DEM ji bo hilbijartinên herêmî bi awayekî berfireh xwe amade bike û windahiyên di hilbijartinên giştî yên dawî de çêbûne bên telafîkirin û got :Partiya DEM’ê ne piştevanê tu kesiye.
Sakik di daxuyaniyên xwe yên piştî serdana Girtîgeha Edîrneyê de hevdîtina xwe ya bi Demîrtaş re û ketina Partiya DEM’ê ya ji bo hilbijartinê bi namzetên xwe yên li bajarên mezin nirxand. Sakık ji bo bavê Demîrtaş sersaxî xwest û behsa axaftina xwe ya bi Demîrtaş re jî kir.
“Me tenê daxwaza demokrasiyê kir”
Sakik diyar kir ku divê DEM’ê li bajarên mezin namzedên xwe diyar bike û got, “Li gorî min ji bo du hilbijartinan me dengê xwe daye namzetên CHP’ê, lê belê ji bilî bertekeke qels an jî du bertekên li dijî hilbijartinê, me ti piştgiriyeke xurt wernegirt. Li dijî me êrîşên dijdemokratîk pêk tên.”
Sakık da zanîn ku li ser vê mijarê bertekeke cidî ya bingehê me heye û got, “Me bi wan re ti protokol îmze nekir û ti bendewariya me tunebû, me tenê daxwaza demokrasiyê kir.”
“Windakirina Îmamoglu ne pirsgirêka me ye”
Sakik bi bîr xist ku dema gotin ew ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê, hin kesan bi hinceta ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di hilbijartinê de winda bike bertek nîşanî vê biryarê dan û got.
“Niha em dibêjin em ê bi namzetên xwe têkevin hilbijartinan, dibêjin ‘Îmamoglû wê winda bike’. Ev ne pirsgirêka me ye. Ji bo me ya girîng ne windakirin û qezenckirina du blokên dişibin hev e, pêşxistina siyaseta demokratîk weke siyaseta rêya sêyemîn e.
Sakık, diyar kir ku ew ji ber pişgiriya ku berê dane CHP’ê bêhêvî bûne û wan dîtiye ku CHP’ê bi taybetî li Stenbol û Enqereyê li derdora şaredariyan komên neteweperest û dijminê Kurdan kom kirine. Wî got ku her çend di hilbijartinan de CHP bi ser ketibe jî, di şaredariyan de mafên kurdan nedaye û şaredarî bûne “paşûşa” İYİ Partî û MHPê.
Sakik, diyar kir ku CHP bi dîroka xwe re rû bi rû nebûye û ji ber vê yekê ne cihê baweriyê ye, Sakik bi bîr xist ku Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Serokomariyê yê berê Kemal Kiliçdaroglu bi dizî bi Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag re protokol îmze kiriye û got, “Protokola bi dizî hat îmzekirin. Bi partiyeke nijadperest di hilbijartinên dawî de delîla herî zelal a vê yekê ye.”
Sakık anî ziman ku ger CHP di vî warî de gavekê biavêje ew ê piştgiriyê bidin lê ew ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin.
Sakık wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku di hilbijartina dawîn de ji lîsteyên CHP’ê ketin meclîsê, yên ku hevdû wek dê û kur, xwişk û bira îlan kirin, kesên ku bi protokolê wezaret ji wan re hat dayîn, namzetên xwe yên şaredariyê jî yek bi yekeşkere kirin.
Jêder: Medyascope (Ferit Aslan)