Demîrtaş şîret li Şivan kirin
Hevdîtina hûnêrmendê naskirî Şivan Perwer û cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc li Almanya gelek hate gengeşe kirin. Hinek aliyan Şivan wek zilamê Ak Partiyê nirxand. Şivan jî di daxuyaniyek ya xwe de diyar kir ku, ew ji ber kurda naçe Tirkiye. Wek tê zanîn dema cîgirê serokwezîrên Tirkiye bulent aric li Almanya bû. Şivan serdana wî kirîbû.
Pirsa Şivan Perwer ji serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş hate kirin. Di vê derbarê de Demîrtaş got:
“ Şivan Perwer hûnêrmandeke ku kurd hijê dikin. Hûnêrmendeke ku keda wî heye. Hûnermendek siyasiye. Ji welatê xwe û ji miletê xwe dûr sergomê jiyaye. Li ser vê yekê rêza me jê re heye.
Lê mirov hunermendek siyasîbe, ev nayê wê wateyê ku xwe ji AKP-ê re xweş bike.îvan bi nasnama xwe ya muxalîf dilê kurdade cig girtiye. Eger ew ji bo nêzikbûna îktîdarê ji nirxên xwe dûr bikeve ev heyfe. Hingê ew Şivanê niha namîne. Ez bawerim wê stranên wî di dil û li ser zimanê xelkê be, lê tu qîmetê wî wek kesayet namîne û wê kesayeta xwe winda bike. Ez dibêjim bila xwe ji bo AKP-ê şirîn neke bila ji bo BDP-ê jî vê neke. Ez vê şîretê lê dikim.“