Demirtaş bê deng e
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di axavtinek ya xwe de behsa hinek parlementer û kesayetên di nava HDPê de kirûbû û gotibî ku di nava me de hijêkiriyên Erdogan hene.Bi vê gotina Demirtaş hinek parlementerên kevin û nû yên HDPê daxwaz ji Demirtaş kirin ku ew van navan eşkere bike. Lê deng ji Demirtaş derneket.Serokê şeredariya Agriyê Sirri Sakik, parlementerê HDPê yê berê Hesib Kaplan daxwaza eşkere kirina navan ji Demirtaş kirin, Demirtaş bersiva wan nedan.Herî dawî parlementera HDPê Leyla Zana jî di civatekî de gotiye “ Demirtaş bi vê gotine tiştek ne baş kiriye1“HDP ji bo balê bikşîne ser bûyerên Diyarbekirê civêna groba xwe li Diyarbekir pêkanî. Lê balkêşbû ku Demirtaş di vê civînê de neaxivî û herweha nexweya.Figen Yucedag axavtin wek hevseroka HDPê kir. Ev cara yekeme ku Demirtaş civinek ku HDPê gelek girîng girtî axavtinê nake.Wek din tê zanin ku Demirtaş piştî serdana xwe ya Emerîka nameyek ji Emerika ji bo Qendilê li gel xwe anîbû. Di navbera du rojan de hate Silêmaniye û vegera Bakur û Tirkiye. Ji wê rojê pê de gelek dengê Demirtaş dernakeve.Ev gelekî balkêşe. Dema heyeta HDPê li Enqere hevdîtin li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêkanîn cardin Demirtaş di vê heyeta HDPê de cih negirt.Li gora hinek agahdariyan Qendil û Ocalan jî ji Demirtaş ne memnunin.Di derbarê pasifbûna Demirtaş de gelek spekalasyon hene.