Vîdeo

Demîrtaş axaftina xwe bi kurdî kir

Hevserokê BTP-ê Selahattin Demîrtaş li Kurdistana Başûr li rewrisma bîranîna 66 saliya Komara Mahabat a Kurdistanê de amade bû û axvtinek kir . Demîrtaş axvtina xwe bi zimanê kurdî kir.

Axaftina Demîrtaş:

 

Birêz Serok Dewlet û Serok Wezîr û gelî rêzdaran! 

Ez we hemûyan ji dil û can silav dikim.

Min tevî xwe ji bakurê welat silavên gelê Kurd ji we re anîne. Di serî de ez dixwazim tiştekî bibêjim, birastî Kurmanciya min gelek ne başe, belku hun dizanin ezlê min Dimilî an ku Zazakî me. Ez Zazakî baş dizanim lê Kurmancî baş nizanim, lê îro ez dixwazim axaftina xwe bi Kurmancî bikim. Ji ber wê yekê jî ez di serî de lêborîna we dixwazim.

Di 66 saliya avakirina Komara Mahabad de, îro li vir dibînim ku gelê Kurd destê xwe li hev girtiye û sedemên tevçûna demeke dîrokî nîqaş dike. Komara Mahabadê li gel wê yekê ku yanzdeh mehan domkiriye dîsa jî ji bo me Kurdan rûpeleke dîrokiyê dagirt, divê em hemû dersan ji vê rûpela dîrokî werbigrin û li gor wê hinek behsa pêşeroja xwe bikin.

Belê gelî rêzdaran!

Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bedeleke gelek giran daye, li çar perçeyên Kurdistanê binêrin, Kurdek bi tenê jî nemaye ku carekî malwêranî bi çavên xwe nedîtiye. Li ber dergehê her Kurdekî darbesteke di oxira azadiyê de hatiye rakirin. Kurdek bi tenê jî nemaye ku êş û azaran ji destê zordaran neditiye. Çend caran dîroka gelê Kurd bi nivîsên puxteya dîroka me ev gotine, kuştin, malwêranî, girtin, surgun, îşkence û talan. 

Helbestvanê nemir Cegerxwîn tarîfeke herî baş ji bo wê rewşê kiriye. Gotiye halê me Kurdan eve, xebat û keyf û şere. Cegerxwînê Mêrdînî vê gotinê li gundê Kanîmasî ya li ser Zaxoyê dariştiye ser kaxizê. 

Başûrê Kurdistanê şahidê herî nêzîkê têkoşîna Rojhilata Kurdistanê ye. Nemir Mele Mistefa Barzanî, ji bo başûrê welat bûye abîdeya serfiraziyê, îlhama têkoşînê ji Komara Mahabadê û serkêşiyê têkoşîna Komeleyê jî ji Qazî Mihemed wergirtiye. 

Belê!

Em Kurdên li bakûrê Kurdistanê dijîn, bi vî çavî û bi vî baweriyê geş, başûrê welat dişopînîn. Ji bo pêşvebirina wekheviya gelê me yê li başûrê welat dijî çi fedekariyek bikeve li ser milên me, vê yekê baş bizanibin ku emê bikin. Emê fedakariya xwe ya ji bo birayên başûrî xwe nedin paş.

Gelî rêzdaran!

Xuşk û birayên ezîz!

Piştî Qazî Mihemed Komara Kurdistan li Mahabadê avakir, dayikeke Kurd li qada çarçira daxwaz dike ku Qazî Mihemed bibîne. Dibêje min bibin huzura Pêşewa Qazî Mihemed. Wê gotina dayikê divê em hemû Kurd ji bo xwe bikin dirûşma têkoşînê. Dayik wiha dibêje: Pêşewa Qazî Mihemed fermanek bide ku ez jî bikaribim xizmetê ji bo welatê xwe bikim. Hewceye ku îro em wan hemû gotinan bînin bîra xwe, û serbilindiya dayika Kurd ya li qada Çarçira me Kurdan ji bo xwe kiriye şîara têkoşînê û divê em ji guhê xwe re bikin guhar û ji bîr nekin. 

Bêguman!

Rûpelên dîrokê ku em Kurd jê dersan bigrin, bi Mahabadê bi sînor nîne. Tam sedsal berî niha hêzên navneteweyî li vî perçeyê welat bi balafirên şer û çekên kîmyewî, li hember tekoşerên azadiyê de ceribandin. Piştî noht salan, rejîma Baasê heman karesat li hemberî gelê Kurd pêkanî û çekên kîmyewî bikaranî. Di enfalan de sedhezaran insanên me hatin qetilkirin. Di têkoşîna azadiyê de gelê Kurd zêdetirê mîlyonekî bi canê xwe bedel da. Bi taybetî ez wan rûpelên ku hun bi xwe şahidê wêne tînim ziman. Heman êş û azar li perçeyên dinê welat jî hatiye jiyîn. Di navbera salên 1920 û heta 1938 an de li bakûrê welat hejmara Kurdên ku hatine qetilkirin zêdetirê 300 hezare. 

Gelî rêzdaran û xuşk û birayên ezîz!

Gumana min tûne ku hun hemû rastiyan bi awayeke baş dizanin, dibe ku tiştên ku ez dibêjim dîsa heman tiştên dubare bin, lê hewceye ku em dîsa bînin ziman. 

Îro hun li kolanên bajarê xwe vê pirsê ji kijan Kurdî bikin, dê heman bersîvê bide me. Erê gelo, li gel wê yekê ku ewqas bedel hatiye dayîn, gelê Kurd çima hê jî bindeste? Bersîva vê pirsê di hizra gelê Kurd de, zelale. Bersîv bê îttîfaqiye. Madem em hemû baş dizanin, yek ji sedemên bindestiyê bê îttîfaqiye, wî demî çima em îttîfaqa xwe xurt nekin. Ez wekî hevserokê B.D.P. tînim ziman ku ji bo dahatuya gelê Kurd ez ne reşbînim. Dibînim ku îro dema li Hewlêrê serê Kurdekî diêşe, Kurdên li Amed, Qamişlo û Mahabadê dijîn pê aciz dibin. Her wiha baş dizanim ku gelê me yê başûr jî êş û azarên perçeyên dinên welat di kurahiya dilê xwe de hîs dike û hewl dide ji bo wan êş û azaran bibe derman, belê baweriya kolanên Kurdistanê eve. 

Erê gelo! baweriya lutkeya siyasiya Kurdewar çi dibêjin? atmosfera kolanên Kurdistanê jî, bandorê li ser lutkeyên siyasiyên kurdistanê jî kiriye û îro di nava atmosferekî de li ber xwe dergeha îttîfaqa netewî vekiriye. lê divê vê rastiyê jî binim ziman, em wekî hêzên siyasiyên li welat, li kijan perçeyên li welat bîn ferq nake, paşdemayiyê hestiyariya li kolanên welatin. Dema em jî bi qasî kolanên welat ji bo yekitiya neteweyî hestiyarbin, wî demî dê yekitiyeke xurt û qaîm bête avakirin. Di vê pêvajoya dîrokî de, ji bo bi cîh anîna hêviyên gelê xwe, divê zûtirîn dem yekitiya neteweyî bête avakirin. Ji bo wê yekê em wekî siyasetmedar divê xwe ji fedakariyê nedin paş.  

Gelî rêzdaran!

Piştî sedsalan dîsa dergehê azadiyê li ber gelê Kurd vebûye, Em Kurd divê biryarek bidin, an emê di wî dergehî re derbas bibin, an jî heta hetayê emê wî dergehî li ber rûyê xwe bigrin. Baweriya min ewe ku gelê Kurd biryara xwe daye ku di vî dergehî re derbas bibe. Îro li çar perçeyên welat têkoşîn li ber wî dergehî tê meşandin û her Kurdek îro baş dizane ku qedera welat li çar perçeyan re bi hevre girêdayiye. Her Kurdek dizane ku azadiya bi perçeyeke sînorkirî ne azadiye. Îro li başurê rojavayê Kurdistanê yanî qonaxeke ku dişibe ya başur daye destpêkirin, bêguman emê li hember îradeya gelê li başurê rojava rêzdar bin, gelê me yê li perçeyê welat derbarê aqubeta xwe de çi biryar bide emê ji biryara wan re rêzdar bin. bi kêfxweşî dibînim ku hêzên siyasiyên başurê rojava Yekîtiya xwe pêkaniye, heman yekîtî îro li bakur jî heye, her wiha li rojhilat jî bingeha îttîfaqê hatiye avakirin. Roj hatiye ku em hemû bêne ba hev û yekîtiya netewî ava bikin. demeke dirêje ji bo wê yekê danustandinên me hene. Her hêzeke siyasiya Kurdistanî, vê pêdiviyê di nava xwe de qebul dike. Lê gav avêtin bi giranî tê kirin. divê dest bi vê giraniya xwe berdin û li gor hêviyên gelê xwe tev bigerin. Ji ber hindê pêdiviye ji bo yekîtiya neteweyî ne mumkune ku êdî bête taloq kirin. Em wekî B.d.p. ji bo yekîtiya netewî pêdivî bi kijan fedakariyê hebe amadene ku fedakariyê bikin.         

Heman helwestê ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanî jî hêvî dikîn. Belê pêdiviya me bi yekîtiya netewî heye û ji bo pêkanîna yekitiya netewî divê konferansa yekitiya netewî neyê taloq kirin. Ez û hevalên xwe bi heman hêviyan îro li virin. roj hatiye ku em ji malwêraniya komara kurdistana li mahabadê em yekitiya netewî amade bikin. 

Gelî rêzdaran! 

Di dawiya axaftina xwe de Qazî Mihemed û pêşengên damezrînerên Komara Kurdistanê li mahabad careke din bi bîr tînim û xwedayê mezin ji wan razî û cihê wan bihuşta fireh be. Em wekî şopdarê wan têkoşerên mezin, îro pêdiviye em wesiyeta wan bi cîh binin baweriya me heye ku hêviyên me de û rastiya jiyanê de bê bersîv nemînin. bi van hestan bi we hemuyan ji dil û can silav dikim û serkeftinê ji bo gelê xwe dixwazim û hêvîdarim ku dergehê azadiyê vî carî li ber gelê Kurd nayê girtin. hêvîdarim ku ev konferans bandoreke erênî li azadiya gelê xwe bike. ji bo vexwendina we ya vê konferansê û mîhvanperweriya we spasiya xwe pêşkêşî rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikim û dibêjim rêya me û rêya we û rêya me hemuyan vekirîbe û serkeftina we dixwazim dixwazim û spas dikim.      

Back to top button