Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan got ku, “zû yan dereng wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve û wê demê dosya Kurdî wê bi hêsanî bê girtin”.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan, daxuyanîyek da kanala Rûsî RT û diderbarê pirsa Kurd de daxuyanîyek da.
Eymen Sosan got: “Kurd parçeyek ji pêkhateya me ya netewî ne. Divê diyaloga bi Kurdan re li ser esasê yekîtîya Sûrîyê be. Waşîngton wê zû yan dereng ji Sûrîyê derkeve, wê demê wê dosyaya Kurdî bi hêsanî bê girtin”.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrîyê amaje bi wê yekê kir ku Amerîka hewl dide aramîya Sûriyê têk bibe.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov jî berî hevdîtinên Astanayê daxuyanîyek da û diyar kir ku hêzên DYA li dijî yekîtîya xaka Sûrîyê piştgirîyê didin Rêveberîya Xweser”.