Polîtîk
DBKê logoya xwe hilbijart
Rêxistina Kurdistana Rojava a herî bilind Desteya Bilind a Kurdî, doh li bajarê Qamişlê civînek lidarxist û di vê civînê de logoya xwe hilbijart.
Logoya Desteya Bilin a Kurdî wiha ye: Li kêleka rastê simbilê genim û li a çepê jî pelkên wek dara zeytûnê cih digre. Kesk bi xeleka sor hatiye dorpêçkirin û di nav kesk de jî roja zer heye.
Tê zanîn Desteya Bilind a Kurdî ji 10 endaman pêk tê. 5 endam ji PYDê ne û 5 endam jî ji ENKSê ne. Desteya Blind a Kurdî, li ser peymana Hewlêrê a bi pêşengiya Serok Mesut Barzanî hatibû morkirin hatiye avakirin.