Polîtîk

Daxwaza perwerdeya zimanê dayikê kir û 7.000 Euro wergirt

Dadgeha Mafên Mirovan li Ewrupa ji ber Kurdekê tirkiye sizada

Dadgeha Mafên Mirovan li Ewrupa biryarek li ser lêpirsîna ciwaneke Diyarbekira Bakûrê Kurdistanê di derbarê xwepêşandana ji bo daxwazkirina zimanê dayikê derxist û ragihand: “Xwepêşandan û nerazîbûn ji bo daxwazkirina perwerde bi zimanê dayikê ne tawane”.

Hakim Aydin ew ciwanê Diyarbekirî ye ku sala 2008 li wê dema ku xwendekarê beşa çandinê bû li Zanîngeha Diyarbekir, di dema xewpêşandanek ji bo daxwazkirina zimanê dayikê hate destgîrkirin û tometa wî: ”Propagandakirina ji bo rêxistineke terorîstî” û sizayê wî 10 mehan li girtîxaneyê de ma û paşê li gel derçûna yasayên nû hate azadkirin.

Ji bilî xwepêşandanê Hakim Aydin Newroza 2007 beşdarî li helmeteke şitil çandinê kiribû ku eve jî ji aliyê dadgeha tirkiyê ve bi tawan hatibû dîtin.

Hakim Aydin sala 2009 lêpirsîna xwe ji bo Dadgeha Mafê Mirovan li Ewrupa bilindkir û têda daxwaz ji Dadgeha Ewrupa kir lêkolîn û dûvdaçûnê ji bo dosyeya wî bikin. Ji ber ku Hakim Aydin digot nêzîkî 10 mehan bi neyasayî û dûrî li bingehên dadweriyê hatiye zîndanîkirin.

Piştî 11 salan berdewamiya dosyeyê roja 26.05.2020 Dadgeha Mafên Mirovan li Ewrupa biryara xwe ya dawî di derbarê vê dosyeyê de da û ragihand: “Hikûmeta tirkiye neheqî kiriye. Xwepêşandan û nerazîbûna ji bo daxwaza xwendina bi zimanê dayikê ne tawane. Ji ber vê neheqiyê divê Hikumeta tirkiye 7.000 Euro bi Hakim Aydin bide”. Ev pere beşeke xerciyên dadgehê û beşê din jî alîkariye.

Dadgeha Mafên Mirovan li Ewrupa her wiha ragihandiye: “tirkiye 11 mîn maddeya rêkeftinnameya mafên mirovan li Ewrupa binpêkiriye ku di derbarê azadiyê kombûn û xwepêşandane. Her wiha xala yekema maddeya pênc jî binpêkiriye ku di derbarê asayîş û azadiyane”.

Back to top button