Polîtîk

Daxwaz dikin ku roja nîştimaniya Pêşmerge bê diyar kirin

Wezareta Karubarê Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê bi çalakiyekî cûda de, bîranîna damezrandina artêşa Iraqê kir ku têda çend wêne û tabloyek hatibûn pêşandan ku dirindeyî ya wê artêşa li hember gelê Kurd nîşan dida.

Aram Ehmed Wezîrê Karubarê Şehîd û Enfalkiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî de ragihand, wezareta wan bi awayeke cûda ji salên derbasbûyî, me bîranîna damezrandina artêşa Iraqê pîroz kir. Her wiha got, li pêşangehek de, komek wêne û tablo hatine pêşandan ku hemû di derbarê dirindeyî ya artêşa berê ya Iraqê dikin ku beramber bi gelê Kurd û welatiyên Iraqê hatine kirin.

Her wiha got: “Em bawerin pêwîste li Herêma Kurdistanê de, şûna artêşa Iraqê rojek bê diyar kirin bibe roja nîştimaniya Pêşmerge û hemû bîranîna wê rojê bikin, ji ber ku li qonaxên cûda cûda de û heta niha jî Pêşmerge parêzerê Herêma Kurdistane”.

Back to top button