Polîtîk

Daxuyaniyek

  

 

Di 29 ê Tîrmehê de Komisyona Birêvebir a  Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeka Siyasi Ya Nû li bajarê Amedê civîya.

Komisyona Birêvebir, di civîna xwe de li ser hemû xebat û çalakîyên ku heta nuha hatine kirin rawestîya, wan xebat û çalakîyan di ber çav de derbas kirin û li ser kêmasî û astengîyên li pêşîya me de gengeşî hate kirin. Herweha hevalên ku beşdarîya Konferansa  Yekîtî û Çareserî ya Bakurê Kurdistanê bibûn di derheqa vê Konferansê de jî agahdarîyên berfireh da civînê.

Di roja 30 ê Tîrmehê de jî Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeka Siyasi Ya Nû civîna xwe pêk anî û bi heman germahî û hevahengê ve li ser hemû xebat û çalakîyan, agahdarîyên berfireh hate dayin. Li ser ew xebat û çalakîyan, nirxandin û guftûgoyên avakar hatin kirin û ew ji alîyê endamên Meclîsê ve bi awayeke erînî hatin pejirandin.

Komisyona Diyalogê di rojên cuda de, li Diyarbekir, Wan, Sêrt, Batman,Şırneq, Colemêrg,Bitlis,Muş, Mersin, Hewlêr, İstanbul, Kiziltepe, Siwêregê civînan pêk anî. Li derveyî welat, li Köln û Stockholmê jî bi hin kes û grûpên Kurdistanî  ku xwedîyê  heman dîtinane re hevdîtin pêk hat û civînên berfireh de gellek dîtin û pêşniyarên erînî hatin wergirtin; wek nimûne pêwistî ji hereketek / partîyeke Kurdistanî heye ku bi rengê xwe û bi dengê xwe yê cuda bikaribe bibe adresa doza Milletê Kurd û Kurdistanê yê Neteweyî.

Ew hevalên ku beşdarî Konferansa 15-16 yê Heziranê ya bi navê  ‘’Konferansa  Yekîtî û Çareserî ya Bakurê Kurdistanê’’ hatibû lidarxistin,bi berfirehi agahdarî dan  civina Komisyona Diyalogê.Civinê, beşdarbûna konferansên ku mijarên wê li ser Kurd û Kurdistanê ne,bi awayekî ku beşdarvan bikaribin raman û siyaseta xwe bînin ziman,erênî nirxand.Herweha,tekez kiriye ku, ew gavên ku,ji bo yekitiya neteweyî bêne avêtin,divê  ji aliyê hêz û der  û dorên siyasî yên berfireh bêne organîze kirin. Û divê li ser bingehekî neteweyî û li ser pîvanên wekhevîyê û bi îradeya hemû beşdarvanan ve bêne meşandin. Civîna Komîsyona Dîyalogê,wek ku ew hevalên beşdarî Konferansê bibûn jî li wê derê anîbûn ziman, li gel hin aliyên xwe yên erênî, kêmayî, xeletî û şaşitîyên  di Danezan, sazkirin û birevebirina  Konferansê de tesbît kiriye. Her çiqwas wek Komîsyona Dîyalogê, heta ku em bernameya xwe ya 6 mehî ya hûnandina   Projeyeke Sîyasî Ya Nû bigihînin encamekê, emê bi ser navê xwe, wek aliyekî beşdarî xebat û hewldanan nebin jî, lê wê kiryar û gavên hevalên me jî  ne li dijî ew çerçoweya ku di civina 27 ê Nîsana 2013 an de hatiye tesbît kirin be.

Civîna Komîsyona Dîyalogê, di hilbijartina li Musilê de serkeftina Milletê Kurd ji dil pîroz dike û wê serkeftinê weka serkeftina hemû Milletê Kurd û Kurdistanê dipejirîne.

Mixabin em bi xemgînî hin bûyerên nexweş li Rojavayê Kurdistanê dibîhîzin Ew êrîşa PYD ê ya li Amûdê ku 9 kurd hatine kuştin û 50 kurd jî birîndar bûne,  nayên pejirandin. Em daxwaz dikin ku,  PYD dawî li van kiryar û girtin û hewldanên ne demokratîk  bîne û  li gor rêkevtina Hewlêrê û bi awayekî demokratîk tevbigere û zerarê nede yekitiya neteweyî . 

Civîna Komisyona Diyalogê, ji bo ku ew potansiyela ku em wan wek xwedîyê vê xebatê dibînin, bibin esasê avakirina projeyeke hevbeş,  ewê bi xebatên xwe berdewam be û ewê diyaloga xwe bidomîne,hin civînên taybet organîze bike.

Civîna Komisyona Diyalogê, careka din diyar dike ku, weka hemû milletan, Mafê Milletê Kurd jî heye ku,  xwedîyê mafê xwe yên Neteweyî be,bi awayeki azad li ser axa Kurdistanê xwe bi xwe idare bike.

30.06.2013 – Amed

Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeka Siyasi Ya Nû

 

 

 

 

Back to top button