Daxuyaniyek li ser Şingalê
Bi minasibeta derbasbûna salekê bi ser karesata Şingalê ve, civeta wezîrên herêma Kurdistanê ev daxuyaniya li jêr ji raya giştî re weşand:Bi minasibeta derbasbûna salekê bi ser dagîrkirina bajarê Şingalê û deverên derdûra bajêr ku, terorîstên DAÎŞî li roja 03.08.2014ê êrîş kir ser bajarê Şingalê û gundên derdûrên wê bi awayekî gelek hovane hijmareke zêde ya hevwelatiyên deverê, bi taybetî kurdên êzidî jênosîda kirin û bi hezarên din koçber bûn, divê roja xemgîn de, em hevxemî xwe digel malbatên şehîdên wê karesatê parve dikin û sersaxiyê li wan dikin.Hikûmeta herêma Kurdistanê, heta derteceyeke baş, ji bo rizgarkirina wan xûşk û birayên me yên êzidî ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatibûn revandin, serketî bû û ji bona rizgarkirina wan kesên heta niha di nav destê DAÎŞ de mane , dê li ser xebatên xwe berdewam be. Hikûmeta herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî jî ji bona bijênosîdanaskirina karesata Şingalê gelek kar kiriye û dê li ser hewilên xwe berdewam be û ya ku di vê çarçoveyê de pêwîst be dê bike. Hikûmeta herêma Kurdistanê li ser xizmetkirina koçberan yên li kampan li deverên cudayên herêma Kurdistanê hatine bi cî kirin berdewam dibe.Divê em rola pêşmergeyê Kurdistanê ku gelek bi biwêrî û mêrxasî li ser rizgarkirina wan deverên ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatibûn dagiîrkirin berdewamin û deverek berfireh ji destê terorîstan rizgar kiriye bilind ragirin, bi hêviya di demek nêzîk de bajarê Şingalê bi timamî ji destê terorîstan bê rizgar kirine û xelkê wê deverê bi serbilindî û qedir û qîmet bo ser warên xwe vegerin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê berdewam alîkariya wan bike.Ji bona rêzgirtina cane şehîdên wê karesatê, hikûmeta herema Kurdistanê demjimêr 10 sibehê roja 03.08.2015ê li tev saziyên ser bi hikûmetê, du deqîqeyan bêdeng dimînin.Civata wezîrên herêma Kurdistanê02.08.2015