Daxuyaniyek ji Firat Cewerî
Sansura rojnameya Akşamê
Berî bi meh û nîvekê rojnameya tirkî Akşamê ji min re mailek şand û xwest bi min re hevpeyvînekê bike. Gava min daxwaza wan qebûl kir, pir kêfxweş bûn û ji bo hevpeyvînê ji min re bi mailê pirsên xwe şandin. Du sê pirsên pêşî li ser kitêbên min û nivîskariya min bûn, lê pirsên ku li dû dihatin li ser PKKê bûn.
Dixwestin armanca xwe bi devê min bidin gotin. Min di ser çend pirsan re gav kir û dawiya maye bersivandin. Bersivên min berhema dil û aqilê min bûn, lê diyar e dûrî armanca rojnameyê bû.
Loma wan hevpeyvîn sansur kirin û neweşandin. Ev zêdeyî sî salî ye min serbixwebûna xwe parastiye, bi înad û bi bawerî bi kurdî dinivîsînim û ez ê heta dawiya jiyana xwe jî vê xebata xwe dewam bikim, lê ez ê tu carî nebim peyayê kesî. Ji bo ziman û edebiyata kurdî kî çi bikin ez ê jê re li çepikan bixim, heta ji min bê ez ê rê li ber çandina tovên neyartiyê bigirim û berê xwe bidim sebeban.
Gava hin rojnameyên Tirkiyê dixwazin bi nivîskar û rewşenbîrên kurdan re hevpeyvînan bikin, an dixwazin wan bikişînin ser xeta xwe, an jî gotinên wan berovajî dikin, li gora xwe rengekî didinê û welê diweşînin. Ev fikir û helwest bi kêrî kesî nayên, pirsgirêka heyî kûrtir dike, bêbaweriyê belav dike û kirasekî teng li ramana entelektuelî dike.
Ev demek e ez di belavkirin û belavnekirina vê daxuyaniyê de dudilî bûm, lê heke min belav nekira wê wek kulekê di dilê min de bimaya. Loma, bi destûra we be, bi armanca rakirina wê kulê û bi armanca eşkerekirina helwesta rojnamevaniya hêsîra îdeolojiyên fermî, ez vê daxuyaniyê digel hevpeyvîna ku bi tirkî bi min re hatiye kirin belav dikim.
Firat Cewerî