Daxuyaniya Zeynelabidîn Zinar ji bo Ciwanên Kurd
Gelî Ciwanên Hêja!
Pêşeroj ya we ye. Welat, milet û desthelat tev yên we ne. Lê şertekî van mafan heye, ew jî divê hûn rind bi zimanê xwe bizanibin, hûn li gor çand û Toreya Kurdî bilipikin. Yanena, mafê we di tiştekî de tune.
Ez dibêjim, hûn ji bo fêrbûna zimanê xwe di warê nivîsandinê de derdmend benin. Ez soz didim we, ez ê alîkariya we bikim.
Kîyê bixwaze bi kurdî binivîse, lê riya xwe nabîne û bi xwe ne bawer e, ez vê gotinê dibêjim: Ez amade me ku alîkariya we bikim.
Diyar e ku mirov dema ji diya xwe re çêdibe, ne zana û ne bîrewer tê dinyayê. Ev zanayên mezin ên weke pispor, tevdezan û dûrbîn jî, mina we li destpêkê tiştekî nizanibûn.
Bêguman vîna mirovî pir xurt e, eger mirov hicirkên mejiyê xwe têxe libatê, tiştê ku mirov fêr nebe, namîne.
Her roj, her yek ji we, bila nîv rûpel bi kurdî binivîse. Ne helbest, lê tiştên weke fentezî, tiştên derdemî, xewnên xwe, fikr û ramanên xwe, vîn û evîna xwe û karê rojane bi xameyê binivîse, piştre têxe dosyayekê û bihêle. Piştî demekê wan nivîsan derxe û weke xwendevanekî bixwîne…
ALIKARIYA KU EZ DIXWAZIM BI WE RE BIKIM:
Her yek ji we, bi qederê rûpelek A4 bi kurdî binivîse û bo min bi e-mailê bişîne ([email protected]). Ez ê ji aliyê rêziman, hevoksazî, peyvên kurdî, daçek û wekî din de, dê sererast bikim û bo we dîsa bişînim. Hingê hûn dê zanibin ka hûn di kîjan deveran de xeletî dikin. Bi vê yekê, hûn di demekurtekê rind fêrê nivîsandina kurdî dibin.
Ez li benda nivîsên we me.
Stockholm 17/05/2013
Silav û serkeftin, her şad û bextewer bin…