Serkomariya Iraqê li ser pesendkirina yasaya bûdceyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku derbaskirina vê yasayê bêyî daxwaza Kurdan “pêşhateyeke metirsîdar e” di karê siyasî ya Iraqê de.
Serkomariya Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Her çiqas yasaya tijîkirina kurtanîna darayî karekî pêwîst bû ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan heta sê mehên din, lê tevî vê yekê jî xwespartina bo deynan çareseriyeke berdewam nîne. Loma em tekezî li çareseriyeke bingehîn dikin ku rê li ber dubarebûna qeyrana mûçeyên karmendan were girtin. Çimkî deynkirin bi tenê, ji bo rûbirûbûna vê qeyranê, ne bes e. Divê pişta xwe bi reformeke giştgîr ve girê bidin ji bo çareserkirina bingeha vê qeyranê û parastina mûçeyên karmendan.”
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye destnîşankirin: “Mixabin ev yasa bêyî liberçavgirtina lihevkirina niştimanî, bi taybetî jî bêyî daxwaza Kurdan hat pesenkirin û derbaskirin, ev jî pêşhateyeke metirsîdar e di karê siyasî ya Iraqê de. Dabînkirina mûçeyên karmendan li Iraqê bêyî çareseriya mûçeyên karmendên Herêmê, karekî netemam e, çimkî ew jî welatiyên Iraqê ne û mafên wan di destûrê de hatine bicîkirin. Di vê çarçoveyê de em car din tînin ziman ku divê karmend û hemû welatiyan, ji milmilaniya siyasî dûr bin.”
Herwiha tê eşkerekirin: “Em li vir tekezî li çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêmê dikin, bi taybetî jî dosyeya petrolê û rêkxistina wê bi awayekî şefaf û li gor destûrê, ku dadperwerî û mafê welatîbûnê ji bo hemû Iraqiyan desteber bike.”
Duh pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.
Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlementoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.
Gelek Şîe û Sunne di Parlementoya Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û dahatên din radestî Bexdayê bike, piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berevajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.